Hevserokên DEM Partiyê: Di vê pêvajoya dîrokî de pêwîstiya me bi hevalên me heye
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan got, “Divê hevalên me yên ku bi doza komployî ya Kobaniyê hatine darizandin û girtin li cem me bin, ji bo birêvebirina vê pêvajoyê pêwîstiya me bi wan heye.”
Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê li Girtîgeha Edîrneyê serdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli kirin.
Hevserokan piştî serdanê diyar kir ku ji bo pêvajoyeke ku tê de çek bi merasîmê bên danîn pêwîstiya wan bi hevalên xwe heye û got, “Em vê tînin ziman, di pêvajoyeke ku em aştiyê nîqaş dikin û çek bi merasîmê tên danîn de divê hevalên me yên ku bi doza komployî ya Kobaniyê hatine darizandin û girtin li cem me bin, ji bo birêvebirina vê pêvajoyê pêwîstiya me bi wan heye.”
Bakirhan û Hatimogullari piştî hevdîtinê ji rojnamegeran re axivîn. Bakirhan derbarê naveroka hevdîtinê wiha axivî:
“Min ew gelekî saxlem, bi hêvî, bi moral û bi hêz dîtin. Wan silav û hezkirinên xwe ji kedkarên ku xebatên aştiyê dimeşînin re şandin.
Pêvajoya ku em dimeşînin ji hundir ve dişopînin, piştgiriyê didin wê, hêvî dikin ku bi aştiyeke birûmet tacîdar bibe, dixebitin, serê xwe pê ve diêşînin.
Me pêşniyar û rexneyên wan wergirtin, pêşniyarên hêja kirin. Wan diyar kir ku ew dê erk û berpirsyariyên ku dikevin ser milê wan bi cih bînin.
Wan neanî ziman lê em tînin ziman, di pêvajoyeke ku em aştiyê nîqaş dikin û çek bi merasîmê tên danîn de divê hevalên me yên ku bi doza komployî ya Kobaniyê hatine darizandin û girtin li cem me bin, ji bo birêvebirina vê pêvajoyê pêwîstiya me bi wan heye.
Biryareke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) heye, ji bo pêkanîna pêwîstiyên pêvajoyê divê tiştek were kirin.
Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî erênîtir bimeşe, divê biryara DMMEyê jî li ber çavan were girtin û di serî de hevalên me yên ku di doza komployê ya Kobaniyê de tên darizandin serbest bên berdan, pêwîstiya me bi wan heye, di vê pêvajoyê de pêwîstiya me bi keda wan heye…”
“Girîng e ku hevalên me ji girtîgehê derkevin”
Li aliyê din, Hatimogullari jî wiha axivî:
"Doh dema me Fîgen Yuksekdag û Semra Guzel îro jî me Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli ziyaret kir, me hevdîtineke gelekî berhemdar û bi moral pêk anî.
Wan diyar kir ku ji bo ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî saxlem bi pêş ve biçe û di demeke kurt de bigihîje encamê, ew bi awayekî herî xurt piştgiriyê didin pêvajoyê û bi temamî xwedî li vê pêvajoyê derdikevin.
Ev pêşketinên gelekî hêja û girîng in. Pêşketinên ku em niha li Tirkiyeyê tê de ne gelekî girîng in.
Li holê biryareke gelekî girîng a Daîreya Mezin a DMMEyê heye.
Dema em vê biryarê bi biryarên berê re bidin ber hev, ev biryar gelekî berfireh e.
Li gorî vê biryarê divê hevalên me deqeyekê jî li hundir nemînin û bi lez li derve bin.
Bila ev yek were zanîn ku divê hevalên me yên ji doza Kobaniyê girtî ne, hem li gorî biryara DMMEyê hem jî li gorî hiqûq û wijdanê li derve bin.
Wekî pêwîstiya biryara DMMEyê, girîngiyeke mezin a wê yekê heye ku Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û hemû hevalên me yên din ên ji doza Kobaniyê girtî ne, di demeke herî kurt de, heta saniyeyekê jî dereng nemînin û derkevin.
Heke em behsa vê pêvajoyê nekin jî, divê hevalên me hem li gorî yasayên Tirkiyeyê û hem jî wekî welatekî alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku biryarên DMMEyê pê ve girêdayî ne, li derve bin.
Li gel van hemûyan, em di pêvajoya avakirina aştî û civaka demokratîk de ne.
Di vê serdema ku çek bêdeng bûne û zimanê aştiyê bilind bûye de, bê guman em di wê baweriyê de ne ku divê encameke bi vî rengî demildest pêk were.
Ev yek dê civaka Tirkiyeyê; Tirk, Kurd, Laz, Çerkez, bi kurtasî 72 miletên wê gelekî kêfxweş bike."