Başîkê biryar da ku tevlî referanduma Kurdistanê bibe
Başîk (Rûdaw) – Encumena Bajarokê Başîkê bi koma dengên endamên encumenê daxwaz kirin, ku referanduma serxwebûna Kurdistanê li Başîkê jî bihê encamdan û ew bajarok bi fermî tevlî sînorê Herêma Kurdistanê bibe.
Piştî ku pêkhateyên rûniştvanên Başîkê daxwaz ji encumena vî bajarokî kirin, ku devera wan jî tevlî referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê bibe, Encumena Bajarokê Başîkê duh çarşembî 16ê Tebaxa 2017ê li ser vê mijarê civînek saz kir.
Di civîna duh de, Encumena Bajarokê Başîkê bi piraniya dengan pesend kir, ku referandum li Başîkê jî were sazdan û ji bo wê yekê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku daxwaza wan birinxîne û amadekariyên referandumê li wê deverê jî bike.
Encumena Başîkê bi dengê her 9 endamên xwe, biryara sazkirina referandumê li Başîkê pesend kir.
Endamê Encumena Başîkê, Kawe Mihemed Yûsif derbarê vê biryara encumenê de ji Rûdawê re ragihand: “Nûnerên tevahiya gund û deverên Başîkê daxwaz kirin, ku referandum li Başîkê were encamdan.”
Li wê deverê 5 gundên ereban jî hene, ku wan jî daxwaz li Encumena Bajarokê Başîkê kiriye, ku çarenivîsa wan jî li gel çarenivîsa kurdên wê deverê be.
Nûnerê pêkhateya Ereb di Encumena Bajarokê Başîkê de, Şêx Mihemed Zeyab li ser daxwaza erebên Başîkê bo tevlîbûna di referanduma Kurdistanê de ji Rûdawê re axivî û got: “Yê ku navçeyê diparêze, pêşmerge ye. Pêşmerge, Ereb, Şebek û Kurd û hemû pêkhateyan diparêzin, ji ber wê jî gundên me daxwaz dikin, ku ew jî beşek bin ji Herêma Kurdistanê.”
Bajarokê Başîkê ji aliyê îdarî ve ser bi parêzgeha Mûsilê ve ye, lê belê ji aliyê serbazî ve di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye û bi defakto jî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve îdareya navçeyê tê kirin.
Herwiha Başîk yek ji wan navçeyan e, ku bi navçeyên nakokî li ser ên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de tê naskirin, ku biryar bû di çarçoveya mekanîzmên madeya 140 a destûra Iraqê de rewşa wê were yekalîkirin, lê belê hikûmeta Iraqê xwe ji cîbicîkirina wê madeya destûrî bi dûr girt.
Hejmara rûniştvanên bajarokê Başîkê zêdetirî 30 hezar kes e, ku %90ê rûniştvanên wê ji Kurdên Şebek, Kurdên Êzidî û Meshîhiyan pêk tê û rêjeya din jî ji Kurdên Musilman û hejmareke pir kêm a ereban pêk tê.
Duh jî Encumena Navçeya Xaneqînê ya ser bi parêzgeha Diyaleyê biryar da, ku ew navçe jî tevlî referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê bibe.