SILÊMANÎ – Bi sponsoriya Rûdawê festîvala ‘Nûra Dilan’ tê sazkirin
Silêmanî (Rûdaw) – Li bajarê Silêmaniyê, şeşemîn festîvala xwednina Qur’anî ya bi navê “Nûra Dilan” bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê birêve diçe. Ji hemû bajarên Kurdistanê keç û xort beşdarî vê festîvlê dibin.
Festîvala Nûra Dilan li Hola Rewşenbîrî ya Silêmaniyê tê sazkirin û îro heta demjimêr 15.00ê êvarî dê berdewam bike.
Festîval ji aliyê baskê Silêmaniyê ya amadeyiyan a Rêxistina Geşedana Xwendekarên Kurdistanê vê tê organîzekirin. Keç û xortên 13 heta 30 salî beşdarî festîvalê dibin.
Amadekarê giştî yê festîvala Nûra Dilan, Koçer Omer ji Rûdawê re ragihand: “Festîvala Nûra Dilan pêşbirkeke taybet a dengxweşî û jiberkirina çar cuzên dawîn ên Qur’ana pîroz e. Her sal cuzekî Qur’anê li ser festîvalê tê zêdekirin. Rast e, ev şeşemîn festival e lê herdu festîvalên yekemîn û duyemîn qonaxa destpêkê bûn û tenê ji bo amadekirina xwendevanên Qur’anê bû.”
Koçer Omer ji ber sponsoriyê û herwiha weşana zindî spasiya Rûdawê kir û da zanîn, ku ev festival ji yên berê cudatir e çimku îsal ji bajarên din ên Kurdistanê jî xelk dê beşdar bibe. Bi taybetî ji Duhok û Helebceyê dê Qur’na xwend beşdar bibin ku di vî warî de berê xelat wergirtine.
Koçer Omer derbarê beşdarbûna keçan de got: “Îsal %36ê beşdaran keçik in, him di tîlawet û him jî di xwendina Qur’anê de karîne encamên baş werbigrin. Îro jî di qonaxa dawîn de xwîşkên me dê li gel me beşdar bin. Ev xaleke veguhertinê ye di pêşbirkên li ser asta Herêma Kurdistanê de.”
Mercê pêşbirkê ew e ku divê ew kesê beşdar berî beşdarî ti pêşbirkeke navdelwetî nekirine. Omer di vê mijarê de got: “Sedema vê mercê ew e ku em zêdetir şansê bidin gencan.”
Derbarê xelatan de serpereştê festîvalê got: “Yên yekemîn, duyemîn û sêyemîn dê bikarin beşdarî pêşbirka nîştîmanî ya ser asta Iraqê bibe, ku her sal li Necef û Kerbelayê tê sazkirin. Li wir jî yên bibin yekemîn dê bikarin beşdarî pêşbirka cîhanî bibin ku li Qeter û Îmaratê tê sazkirin.”
Koçer Omer da zanîn, ku zêdetirî 120 kes beşdarî pêşbirkê bûne û îro di qonaxa dawîn de dê 12 kes werin xelatkirin, 6 kes li tîlawet û 6 kes jî li beşa jiberkirinê. Di herdu beşan de jî 3 nûciwan û 3 ciwan bin.