HEWLÊR - Li sînorê Hacî Omeran gora leşkerekî hat dîtin

Çoman (Rûdaw) – Gora leşkerekî Iraqî li sînorê Hacî Omeran a ser bi Hewlêrê hat dîtin, ku 35 sal berî niha di şerê Iraq û Îranê de hatiye kuştin.

 

Iraq û Îran ji bo dîtina termên leşkerên ku di şerê heşt salan ê navbera wan herdu welatan de hatine kuştin û heta niha gelek ji wan nehatine dîtin, lijneyek pêk anîne û li deverên sînorî dest bi karê lêgerîn û lêkolînê dikin. Herdu welatan di şerê heşt salan de zêdetirî milyonek kes ji hev kuştine.

 

Li gundê Azadî ya li sînorê Hacî Omeran a ser bi Hewlêrê, tîmeke Wezareta Berevaniyê ya Iraqê û Wezareta Şehîdan a Herêma Kurdistanê gorek vekirin. Teqemenî û pereyên ku pê re ne, nîşan didin ku leşkerekî Iraqî bûye.

 

Rêveberê Gorên Komî yê li Wezareta Şehîdan Bextiyar Ferec ji Rûdawê re ragihand: “Agahî gihişte me ku gorek hatiye dîtin, piştî lêkolînê derket holê ku ew kî ye. Li vir gorên bi vê cureyê gelek in û em ji xelkê daxwaz dikin ku dema tiştekî wisa derkeve, me agahdar bikin.”

 

Hestî û paşmayî yên kesekî xirîstiyan ê bi navê Îshaq Werdî yê xelkê Erqoş e, niha malbata wî li Awustralyayê niştecih e.

 

Îla Werdî ku birayê wî leşkerê Iraqî ye, ji Rûdawê re ragihand: “Birayê min di sala 1979an de, bû leşkerê Iraqê û di sala 1983an de me ti agahî jê nestand. Çend roj berî niha bi rêya çend kesên ji navçeya Çomanê em hatin agahdarkirin ku nasname, hestî û paşmayiyên birayê min hatiye dîtin.”

 

Berpirsê Beşa Windayiyan ê li Wezareta Berevaniya Iraqê Ebas Fazil ji Rûdawê re diyar kir: “Karê lijneyê ew e ku li wan deverên ku heşt sal şer û pevçûn qewimîne, lêgerîn û lêkolînan bikin, heta niha jî bi sedan hestî û paşmayiyên leşkerên Iraq û Îranê li wan deran mane.”

 

Di şerê heşt salan ê navbera Iraq û Îranê de li axa Başûrê Kurdistanê li ser rûbera 776 kîlometre çargoşe mayîn hatine danîn.