Serokwezîrê Îraqê Rûdaw pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji ber wergirtina Xelata Zêrîn a Stevieyê Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz kir.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê qevdek gul û kulîk pêşkêşî Rûdawê kir û Rûdaw pîroz kir.

14ê Tebaxê di çarçoveya Xelatên Stevieyê de, xelatên navdewletî yên Businessê hatin ragihandin û Tora Medyayî ya Rûdawê xelata "Company of the Year"ê wergirt.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ji ber vê xelatê bi kulîlk û peyamekê Rûdaw pîroz kir.

Sûdanî di peyama xwe ji Rûdawê re serkeftin xwest û got:

“Ofîsa Ragihandinê ya Birêz Mihemed Şiya Sûdanî ji ber wergirtina Xelatên Stevieyê Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz dike, herwiha hêviya serkeftin û pêşketina zêdetir dike.”

Xelatên Stevieyê dê 13ê Çiriya Pêşîn li Romaya paytexta Îtalyayê bi merasîmeke mezin bên dayîn.