RIHA - Gola Tilbenderê ziwa dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê Gola Tilbenderê ku berî 49 salan ji bo avdaniya erdan hatibû çêkirin, ji ber hişkesaliyê hêdî hêdî ziwa dibe.
Li gundê Tilbenderê yê Wêranşarê sala 1976an ji bo avdaniya erdên çandiniyê li ser 360 hektar erd golek hat avakirin û gundî 49 sal in erdên xwe ji wê golê av didin.
Hişkesaliya dijwar a di salên dawî de bandoreke xerab li ava çem, gol û bendavan kiriye.
Li Bakurê Kurdistanê li ser gelek gol û çeman metirsiya hişkbûnê çêbûye.
Gola Tilbenderê jî gelekî biçûk bûye û êdî metirsiya ziwabûnê zêde bûye. Ava çemê diherike golê jî gelekî kêm bûye.
Gundî dibêjin kêmbûna avê bandoreke xirab li çandiniya wan kiriye.
"Asta ava golê daket pirsgirêka me ya avê çêbû"
Cotkar Tahir Yaman li ser kêmbûna ava golê wiha axivî:
“Di demên dawî de ji ber kêmbûna şiliyê û hişkesaliyê asta ava gola me gelekî kêm bû.
Me berê ji gola bendavê avdanî dikir û her tiştê me xweş bû. Ji ber germahî û hişkesaliya di demên dawî de asta avê gelekî daket.
Ji ber vê yekê jî pirsgirêka me ya avê çêbû. Em niha ji bîran avdaniyê dikin lê asta bîran jî gelekî daketiyê jêr. Avdaniya me gelekî kêm dibe.”