Li parêzgeha Nînowayê dest bi vekirina Gora Bikom a Xesfeyê hat kirin.
Tîmên pispor ên Birêvebiriya Gorên Bikom ên Îraqê dest bi qonaxa yekem a kolandina Gora Bikom a Xesfeyê ya li parêzgeha Nînowayê kir.
Ew gor wekî yek ji gorên bikom ên herî mezin û hovane yên ku piştî tawanên DAIŞê mane tê dîtin.
Berpirsê Tîma Lêgerîn û Pişkinînê ya Gorên Bikom Ehmed Qusey Elesedî ji Rûdawê re ragihand:
“Tîmên me dest bi qonaxa yekem kiriye ku dê 15 rojan bidome.
Karên me ji berhevkirina belgeyan û wan hestî û pûrtên ku li ser rûyê erdê û li derdora gorê hene pêk tê.
Ev jî di çarçoveya pîvaneke bi tîreya 100 metreyî ya li derdora navenda gorê de ye.”
Ehmed Qusey Elesedî her wiha amaje pê kir ku vekirina temamî ya gorê rastî astengiyên mezin hatiye, di nav wan de hebûna ava sulfurî ya di bin gorê de û her wiha bombeyên neteqiyayî yên ku bi terman re tevlihev bûne û got:
“Vê yekê wisa kiriye ku ji bo vekirina kûrahiya gorê pêwîstî bi hevkariya navneteweyî, tîmên endazyariyê û parastina sivîlan hebe.”
Plana qonaxa duyemîn dê piştî lêkolînên zanîngehên Nînowa û Mûsilê yên li ser erdê were danîn.
Elesedî derbarê hejmara qurbaniyan tekez kir ku niha ne pêkan e hejmareke misoger were diyarkirin û anî ziman:
“Her çend agahî behsa hebûna bi hezaran terman dikin jî, em nikarin vê yekê piştrast bikin heta ku karê vekirina bi dawî nebe.”
Nasname û zayenda qurbaniyan jî dê tenê piştî pişkinîna bijîşkiya dadî û DNAyê diyar bibin.
Li parêzgeha Nînowayê heta niha ji 130 gorên bikom ên ku hatine dîtin, 94 ji wan hatine vekirin û karê li ser yên mayî dê li gorî plana salane berdewam bike ku tê de rewşa ewlehiyê û avhewa li ber çavan tê girtin.