Nûrî Şêxo: Hikûmeta Sûriyeyê dixwaze aloziyê derxe
Hewlêr (Rûdaw) - Nûrî Şêxo diyar kir ku Hikûmeta Sûriyeyê bi rêya medyayê hewl dide aloziyê derxe û komên çekdar gefan dixwin lê ew bi berpirsiyarî hareket bikin.
Hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê Nûrî Şêxo ragihand ku ev demeke li taxên Kurdan ên Helebê aloziyeke sîstematîk heye û li dijî wan "şerekî taybet ê ragihandinê" tê meşandin.
Şêxo da zanîn ku rewş gelekî hestiyar e û ew wekî rêvebirî bi berpirsiyarî tevdigerin.
Nûrî Şêxo li ser pêşhatên dawî yên li her du taxên Kurdan ên li Helebê bersiv da pirsên Sîma Abxizirê.
Şerê ragihandinê ji bo derxistina aloziyê
Li gorî Şêxo Hikûmeta Sûriyeyê bi awayekî sîstematîk şerekî medyayê daye destpêkirin da ku di nava civakê de nearamiyê belav bike û fîtneyê derxe.
Wî got, "Komên çekdar gefan dixwin û dibêjin 'em dê bikevin van taxan, xelkê talan bikin û bikujin', ev jî di nav xelkê de tirsê çêdike."
Şêxo ev rewş wekî "şerekî taybet" bi nav kir û diyar kir ku armanca vê yekê ew e ku demê bi dest bixin û ji aloziyan sûdê wergirin.
Hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê got,"Diyar e kuştina xelkê Sûriyeyê di berjewendiya wan de ye.”
“Metirsiya şer heye”
Nûrî Şêxo da zanîn ku li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê "liv û tevgereke ne asayî" heye û hin kesên ku dixwazin şerê Kurdan bikin, ketine nava tevgerê. Wî bal kişand ser rewşa metirsîdar û got:
"Rojane dron li ser taxên me digerin. Tevgera metirsîdar û firîna dronan di heman demê de û bi hev re dest pê kir.
Tevî ku niha êrişeke rasterast nîne lê dibe ku ji nişka ve surprîz çêbibin û êriş pêk werin."
Banga diyalogê û redkirina şer
Siyasetmedarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê tekez kir ku wan Şamê re dest bi dan û standinan kiriye û ji hemû aliyan re eşkere kiriye ku ev alozî ne di berjewendiya ti kesî de ye.
Şêxo got, "Divê em êdî dev ji şer berdin û pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin."
Wî her wiha îdiayên ku Kurd li Helebê aloziyê derdixin red kir û got, "Kurd metreyekê jî neçûne nav taxên Ereban û Kurdan kolaneke ti kesî jî dagir nekiriye.
Em ji taxên xwe derneketine. Ew dixwazin bi derewan fîtneyê derxin."
“Mînaka Siwêdayê li ber çavan e, em çekan danaynin”
Şêxo di dawiya axaftina xwe de bi tundî daxwaza çekdanînê red kir û bûyerên li Siwêdayê wekî mînak nîşan da û got:
"Ji me tê xwestin ku em çekan deynin. Ma çêdibe ku em çekan deynin? We dît çawa êrişî Siwêdayê kirin, bi hezaran kes kuştin û bi sedan kes revandin.
Em ne alîgirên perçebûna Sûriyeyê ne lê em qebûl nakin ku hin alî û dewlet berjewendiyên xwe li ser Sûriyeyê ferz bikin.
Em careke din tekez dikin, em dê nehêlin careke din li Helebê xwîn birije.
Em dixwazin li Sûriyeyê dewleteke demokratîk ava bikin her wiha em dixwazin destûreke demokratîk amade bikin û parlamentoyeke demokratîk bê avakirin. “