Vala Ferîd: Karê me yê yekem hilbijartina desteya serokatiyê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Seroka fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîdê ragihand, “Karê me yê yekem ê meha 9an dê hilbijartina desteya serokatiyê be.”
Seroka fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîdê li ser destpêkirina civînên parlamentoyê yên piştî zêdetirî 10 mehan a ji hilbijartinan ragihand:
“Li gorî lihevkirina komîteyên dan û standinan ên PDK û YNKyê, divê meha Îlonê rûniştina parlamentoyê were kirin û karê yekem ê parlamentoyê jî hilbijartina desteya serokatiyê ye.”
Dr. Vala Ferîdê da zanîn ku piştî hilbijartina desteya serokatiyê, parlamento dê ji bo avakirina komîteyên xwe yên daîmî bixebite, wekî ku di peyrewa navxwe de hatiye diyarkirin.
Vala Ferîdê Li ser pirsa Rûdawê destnîşan kir ku desteya serokatiyê ya ku dê were hilbijartin “dê daîmî be, ne demkî” û wiha pê de çû:
“Em bi hêvî ne ku civîn destpêka meha Îlonê were kirin.”
Di xula berê de posta Serokê Parlamentoyê para Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bû.
Ferîdê li ser pirsa ka vê carê dê kîjan alî wê postê wergire got:
“Ev li gorî wê yekê ye ku komîteya dan û standinan li ser çi gotûbêj kiriye.”
Eger parlamento bicive dê parlamenterê herî mezin serokatiya rûniştinê bike ku ew jî Azad Mihemed Emîn e û parlamenterê YNKyê ye.
Birêvebirê Ragihandinê yê Parlamentoya Kurdistanê Saman Ehmed îro ji Rûdawê re got:
“Karmendên parlamentoyê hemû amadekariyên xwe kirine û ji bo civîna destpêka meha bê amade ye.”
Saman Ehmed her wiha anî ziman:
“Tevahiya dîwana parlamentoyê ji bo civînê amade ye lê ya girîng yekhelwestiya aliyan e ji bo wê civîna ku behsa wê tê kirin.”
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an hatibû lidarxistin û 2yê Kanûna Paşîn a 2024an rûniştina yekem a xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê hat kirin û heta îro ti civînên din nehatine kirin.