Li Mêrdînê qezaya trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê otomobîlek wergeriya. Di encama qezayê de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn, 2 kes jê wan zarok in.

Li gorî agahiyan, otomobîla bi plaqeya 01 AFS 494 a ku Alî Furkan B. yê 25 salî dajot, li ser rêya Mehsert û Midyadê li nêzîkî gundê Anittepeyê ji kontrolê derket.

Hat zanîn ku ji ber xebatên rêya du caddeyî û cudahiya di asta rê de, otomobîl wergeriya.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Hat diyarkirin ku di qezayê de şofêr canê xwe ji dest daye û Nesrîn B. (45), Arîf Y. (48), Beren Y. (13), Nermîn Y. (40) û Yusra Fatma B. (10) birîndar bûne.

Birîndar bi ambulansan ji bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê hatina veguhastin.