Hewlêr (Rûdaw) - Sekretêrê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Dr. Sadiq Şerefkendî di rojeke wekî îro de ji beriya 21 salan dema li bajarê Berlînê yê Almanyayê hevdîtin bi opozisyona Îranê re pêk dihanî, di encama reşkujiyekî de digel du birêveberên partiya xwe û mûxalifekî Îranî jiyana xwe ji dest dabû. Di encama dozê de hem kujer hatibûn cezakirin û hem jî dewleta Îslamî ya Îranê wekî berpirsa vê terorê hatibû destnîşankirin.
Sekretêrê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Dr. Sadiq Şerefkendî, şeva 17ê îlona 1992ê, dema li bajarê Berlîn yê Alamanyayê hevdîtin bi opozisyona Îranê re pêk tanîn, rastî reşkujiyeke ji hêla istixbarata Îranê ve hatibû birêxistinkirin hat. Di encama reşkujiyê de Dr. Şerefkendî, nûnerê partiya wî yê Ewropayê Fattah Abdolî, nûnerê partiyê yê Almanyayê Humayum Ardalan û muxalifê Îranî, Nurî Dehkurdî jiyana xwe ji dest dan.
Di encama rûniştinên dadgehê yên li Berlînê, ku nêzî ҫar salan dom kir, cezayê mûbetê dan Kazim Darabî û Abbas Huseyîn Rayal ên kujer. Yusuf Emînê berevanî dikir bi 11 sal û Mohammed Atrîsê ajovaniya kujeran kir bi 5 sal û 3 mehan cezakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse