Di hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Rûsyaya Spî (Belarus) got ew ji nêzîk ve rewşa herêm û Kurdistanê dişopînin derbarê alîkariyê de jî çareyan digerin û pesna cenga Pêşmergeyan a hemberî terorîstan da.
Serok Barzanî xwest ku hatina vê şandê destpêkekî baş be ji bo vekirina peywendiya li hevkariya di navbera her du aliyan balkişand li ser wê yekê ku Kurdistan welatekî dewlemend e û xwediyê samana neft e lê belê divê girîngiyeke zêde bi çandinê bide û ji bo vê mebestê jî karê hevbeş di navbera Herêma Kurdistan û Rûsyaya Spî de bi pêwîst zanî.
Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî got, meziniya welatek tenê bi rûber û samana wê nîne, mezinî ji bo wê pabendbûnê ve vedigerê ku welatek ji bo bihaya azadî û mirovdostî ve heye.
Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê li navçeyek da dijî ku berdewam tê tehdîd kirin û sirûşta navçeyê bi cûreke ku berdewam şer û tehdîdê li ser gelê Kurdistanê disepîne û domand, “Ji bo wê yekê ji bo berbelavkirina zulm û dagîrkeriyê pêwîste Kurdistan li hemû waran de bi hêz bê bo ku bikarê bergiriyê li xwe bike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse