Penaberên Rojavayê Kurdistanê fêrî Îngilîzî dibin
Hewlêr (Rûdaw)- Walter Pilumb ê amerîkî û hevjîna wî di nava hefteyê de 3 rojên serdana kampên penaberan li Başûrê Kurdistanê dikin. Ew di welatê xwe de parêzer û karsaze, lê bi rêya rêxistina LDS ya amerîkî ku ew endamên wê ne, niha di nava kampan de wek xwebeş alîkariya penaber û koçberan dikin.
Niha jî di nav kampa Kewrigoskê ya nêzîk bajarê Hewlêrê kar û alîkariyan pêşkêşî penaberên Rojavayê Kurdistanê dikin.
Walter Pilumb wiha dibêje: “Ji bo me ne giringe penaber ji çê olî yan regezî ne , em li virin daku alîkariya xelkên hejar û derbederan bikin , me ligel dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nêzîka 4 hezar pêdiviyên metbaxan pêşkêşî kampên penaberên Sûriyê kirin û li vê kampê me çend odeyên bo fêrbûna ziman Îngilîzî û mûzîkê û kompyoter avakir.”
Bi rêya lîstikan, ken û dîlanê re, hevjîna Walter, Bigî zarokên kampê fêrî zimanê Îngilîzî dike û bi gotina wê, her çiqas ew gelek dem bi wan re derbas dike, lê ew ti carî naweste yan jî dilgiran nabe.
Rêxistina LDS ya Xêrxwazî girêdayê kenîseya Cîsis Kirayîs ango (Yesûê El-Mesîh) ya Amerîkî ye, û yek ji armancên wê rêxistinê ewe ku alîkariyên mirovî pêşkêşî hejar û derbederan li hemû welatên dinyayê bike. Kesên ku di vê rêxistinê bixebitin, divê yek salê karê mirovî yê xwebexş bike.