Enqere (Rûdaw) – Dengîr Mîr Mehmet Firat Cîgirê berê yê Serokê Giştî yê AK Partiyê, derbarê avakirina “Yekîneyên Berxwedana Şengalê” de got, “Biryareke erênî ye, lê belê dereng maye. Divê bo yekîtiyê kurd hê zêdetir dereng nemînin.”
Piştî komkujiya DAIŞê ya li Şengalê nîqaşên derbarê “Yekîtiya Neteweyî” ya kurdan didomin.
Dengîr Mîr Mehmet Firat Cîgirê berê yê Serokê Giştî yê AK Partiyê, derbarê mijarê de ji Rûdawê re got, “Kurd bo avakirina yekîtiya xwe dereng mane. Çarenûsa kurdan yekem car e ku diguhêre. Heger kurd yekîtiya xwa saz nekin wê têkbiçin.”
Firat pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê jî bo vê mînak nîşan da û wiha pêde çû:
Li Rojavayê kêmasiyên PDKê jî yên aliyê dîtir jî hene. Lê divê êdî kêşe bên çareserkirin. Kurdên di nav ereb û farsan de dijîn ger girêkên xwe çareser nekin û neyên ba hev, firsenda ku ji sed salan carek tê, ji dest derkeve.”
Reşit Deli Cîgirê Serokê Giştî yê Hak-Parê got, êrişên li ser Herêma Kurdistanê divê wek li hemû kurdan hatine kirin bên fêmkirin.
Deli da zanîn ku, kurd hemû yekîtiya neteweyî dixwazin û domand, “Bo parastina welatê xwe divê kurd di warê fikr û hêzê de yekîtiya xwe çêbikin.”
Hê berê Rûdawê ragihandibû, li deverên Şengalê ku di bin dagirkeriya DAIŞê de ye, hêzên çekdarên kurdan bi navê “Hêzên Berxwedan û Rizgarkirina Şengalê” yekîtiyek sazkiribûn.
Nûnerên PDKê, PKKê û YNKê ku li Çiyayê Şengalê bûn hatin ba hev û biryar girtin ku bi armanca têkoşîna hemberî DAIŞê yekîneyên hevbeş saz bikin.
Qasim Şeşo Fermandarê Yekîneyên Êzîdî yên Çiyayê Şengalê gotibû, “Em li Tirba Şêx Şerfedîn hatin ba hev û me biryara biratî, yekîtî û hemahengî girt. Emê ‘Hêzên Berxwedan û Rizgarkirina Şengalê’ ava bikin.”
Şeşo destnîşan kiribû ku hêzên kurd ên li Çiyayê Şengal di bin yek alayê de hatine ba hev û pêk ve hemberî DAIŞê dê şer bikin.
Şeşo hê berê jî destnîşan kiribû ku li Çiyayê Şengalê nêzîkî 3 hezar şervanên jidil hene û dema ku çekên giran bigêhin destê wan û ferman bê dayîn ewê êriş li DAIŞê bikin û Şengalê rizgar bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse