Ji Fînlandiya soza alîkariya pêşmege

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst û Demokratên Kurdistanê (PSDK) Mihemedê Hecî Mehmûd ragihand ku hikûmeta Fînlandiyayê biryar daye hevkariyên xwe ligel Hêzên Pêşmerge zêdetir bike.

 

Şanda Wezareta Pêşmerge piştî serdana sê rojan a ji bo welatê Fînlandiyayê ragihand, hikûmeta vî welatî soz daye alîkariyê bide Hêzên Pêşmerge û hejmara şêwirmendên leşkerî jî zêde bike.

 

Endamê Şanda Wezareta Pêşmerge û Sekreterê Giştî yê PSDKê Mihemed Hecî Mehmûd derbarê serdana şandê de ji Rûdawê re axivî û got, “Şanda Wezareta Pêşmerge ligel Wezareta Berevanî, Wezareta Navxwe û Derve, komîsyonên parlamentoyê, Cîgirê Serokê Parlamentoya Fînlandiyayê civîn pêkanîn. Herwiha me serdana kargeha çek û teqemeniyan jî kir û ji nêzîk ve pêwîstiyên xwe yên leşkerî jî destnîşan kir.”

 

Hecî Mehmûd ragihand ku heta niha 50 şêwirmednên leşkerî yên Fînlandiyayê perwerde didan Hêzên Pêşmerge, lê hikûmeta Fînlandiyayê biryar daye hejmara şêwirmendan derbixe 100 kesan.

 

Fermandarê Pêşmerge Hecî Mehmûd herwiha diyar kir ku wan lîsteya daxwaziyên xwe yên ji bo pêwîstiyên Hêzên Pêşmerge dane hikûmeta vî welatî û wan jî soza alîkariyê daye.

 

Şanda Wezareta Pêşmerge ji bo hin hevdîtinan roja 13ê Îlonê çûbû Fînlandiyayê. Di civînên şanda Wezareta Pêşmerge de rola pêşmerge ya di şerê DAIŞê de, rewşa Mûsilê û çawaniya gihandina alîkariyê ya ji bo koçberên Mûsilê û alîkariyên ji bo pêşmerge hatine nirxandin.