Li Şirnex û Semsûrê bûyerên trafîkê: 2 mirî, 6 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Şirnex û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê di encama bûyerên trafîkê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.
Li nahiyeya Sêgirkê ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê, derengiya şeva borî kamyoneta N.Y. (46) şofêrtiya wê dikir qulibî.
Di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Di bûyerê de tevî şofêr 2 kesên bi navên A.Y. û M.Y. birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên Qileban û Şirnexê.
A.Y. yê ku dema kamyonet qulibî di bin de mabû li Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê canê xwe ji dest da.
Li Semsûrê jî mînîbusek qulibî: 1 mirî, 4 birîndar
Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê jî mînîbusek qulibî.
Bûyer derengiya şeva borî li navçeya Kolikê ya Semsûrê çêbû.
Di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Mînîbusa bi şofêrtiya Elî Îhsan Uluçay, li ser rêya Kolik-Siwêregê ji rê derket û qulibî.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, Parastina Sivîlan, AFAD û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Şofêrê mînîbusê Elî Îhsan Uluçay li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 4 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.
Li gorî zanyariyan rewşa birîndarekî xirab e.