Başûrê Kurdistanê kesk dibe: Bandora projeyê bi qasî 31 milyon daran e

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Hewlêrê ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina jîngehê û avakirina paşerojeke saxlem biryar daye du qadên mezin ên kesk ava bike.

Hat eşkerekirin ku bandora jîngehê ya van projeyên ku yek jê "tê dîtin" û ya din "nayê dîtin" dê bi giştî bi qasî 31 milyon daran be.

Kembera Kesk a Hewlêrê

Projeya yekem wekî "Kembera Kesk a Hewlêrê" tê binavkirin.

Li derdora paytextê dê 7 milyon dar bên çandin û ev qad ne tenê xebateke daristanî ye her wiha wekî "şoreşeke kesk" tê pênasekirin ku dê rûyê bajêr bi awayekî mayînde biguherîne.

Kembera kesk dê 92 kîlometreyan dirêj û 2 kîlometreyan fireh be.

Di projeyê de darên wekî zeytûn û fistiqan jî hene û bi vî awayî dê derfetên kar jî bên afirandin.

Berpirsê Çapemeniyê yê Birêvebirya Park û Baxçeyan Serwer Veysî ji Rûdawê re got:

"Me qada kembera kesk bi hevkariya UNDPê diyar kir, her wiha em bi Wezareta Çandiniyê re jî hevkariyeke teknîkî dikin.

Dar amade ne û pêvajoya çandinê dê ji aliyê Wezareta Çandiniyê ve were birêvebirin."

Qada nayê dîtin: Veguherîna kesk a bi rêya enerjiyê

Projeya duyem wekî "qada kesk a ku nayê dîtin" tê binavkirin.

Ev proje, di çarçoveya Projeya Enerjiyê ya Ronîkirinê de girtina bi hezaran jeneratorên taybet û veguherandina van qadan wekî parkên kesk li xwe digire.

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, bi girtina jeneratoran re dê salane pêşî li belavbûna nêzîkî 600 hezar ton karbondîoksîdê were girtin.

Serwer Veysî got, "Di plana me de heye ku em cihên jeneratoran veguherînin qadên kesk. Eger careke din bên bikaranîn, em dê dîsa cihê wan veguherînin qadên kesk."

Bandora jîngehê ya bi qasî 31 milyon daran

Parêzgariyê diyar kir ku projeya kembera kesk dê bi qasî 7 milyon daran û girtina jeneratoran jî dê bi qasî 24 milyon daran sûdê bide jîngehê. 

Bi vî awayî, bandora giştî ya her du projeyan dê bibe destkefteke jîngehî ya bi qasî 31 milyon daran.