Li Dihokê alîkariyên mirovî yên ji bo kampan kêm bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Dezgeha Koç û Koçberan a Dihokê Pîr Deyan Cefer ragihand ku alîkariyên mirovî yên ji bo koçberên li kampên Dihokê bi rêjeya ji sedî 80 kêm bûne.

Pîr Deyan Cefer hikûmeta Îraqê bi xirakirina rewşa zehmet a koçberan tometbar kir.

Berpirsê Dezgeha Koç û Koçberan a Dihokê Pîr Deyan Cefer ji Rûdawê re got:

“Alîkarî û piştgiriya ji rêxistinên alîkariyê û saziyên Neteweyên Yekbûyî dihatin di van du salên dawî de bi rêjeya 80 kêm bûne."

Gelek kamp bê fon mane

Gelek kampên li Herêma Kurdistanê ji ber guherîna alîkariyên mirovî rastî kêmbûna fonan tên.

Parêzvanên mafên mirovan fikarên xwe yên derbarê hewlên Îraqê yên ji bo girtina kampan tînin ziman û tekez dikin ku divê hemû veger bi awayekî ewle, dilxwazî û bi rûmet bin.

Deyan Cefer da zanîn ku Hikûmeta Kurdistanê barê dabînkirina xizmetên bingehîn ên wekî perwerde, elektrîk û tenduristiyê, dabînkirina ava vexwarinê û avêtina çopê ku her meh bi milyaran dînarê Îraqî lêçûna wê heye, hildigire ser milên xwe.

“Piraniya kampan li ser zeviyên çandiniyê hatine avakirin”

Deyan Cefer hikûmeta Îraqê bi wê yekê tometbar kir ku ji bo sivikkirina barê li ser milên hikûmeta Kurdistanê alîkarî nake û destnîşan kir ku Bexda "mijarên koç û kampan ji aliyê siyasî ve dinirxîne."

Deyan Cefer got, "14 ji 20 kampên li herêmê (Dihok) li ser zeviyên çandiniyê hatine avakirin.

Hikûmeta Îraqê ji sala 2017an ve bi sed milyaran dînar kirêya xwediyên erdan nedaye."

Hejmara koçber û penaberan

Bi giştî 110,000 kes li kampên koçberan dimînin.

Wî berpirsî her wiha got ku nêzîkî 35,000 malbatên koçber, ango 170,000 kes li derveyî kampan dijîn.

Deyan Cefer derbarê penaberan jî eşkere kir ku 70 hezar kes li derveyî kampan dijîn.

Hikûmeta Îraqê dixwaze hemû kampan bigire û ji malbatên ku bi dilxwazî vedigerin malên xwe re 4 milyon dînarê Îraqî (nêzîkî 3,050 dolar), sarincek, firinek û televîzyonekê dide.

Hinek malbat neçar man vegerin kampan

Gelek malbat tevî teşwîqan, ji ber tundiya berdewam a li warên xwe, nebûna ji nû ve avakirinê piştî hilweşandina malên wan û kêmbûna xizmetên bingehîn naxwazin ji kampan derkevin.

Hinek ji wan kesên ku bi dilxwazî ji kampan derketin, ji ber ku nikaribûn pêdiviyên xwe yên bingehîn dabîn bikin, neçar man vegerin.

Cefer da zanîn ku ji sala 2017an ve zêdetirî 10 hezar malbat, ango nêzîkî 55 hezar kesan, vegeriyane malên xwe.

Cefer  her wiha got, “Van du salên dawî 800 malbat ji ber nebûna ewlehî, xizmetguzarî û derfetên kar li herêmên xwe, careke din vegeriyane kampan."