Cengîz Çandar: Divê Tirkiye xwedî li Kurdên Sûriyeyê derkeve

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Cengîz Çandar diyar kir ku her çend piştgiriya raya giştî ji bo pêvajoya çareseriyê di asta ji sedî 70î de be jî ji ber kêmasiya agahiyan rêjeya baweriyê kêmtir e.

Çandar tekez kir ku berdana Selahattîn Demîrtaş ji bo baweriya bi pêvajoyê xwedî girîngiyeke krîtîk e.

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Cengîz Çandar bû mêvanê Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser rewşa dawî ya pêvajoya çareseriyê bersivandin.

Cengîz Çandar da zanîn ku piştgiriya civakî ji bo pêvajoyê bilind e lê ev yek nebûye bawerî û got:

"Ji sedî 70yê civakê piştgiriyê dide vê pêvajoyê lê piranî bêagahî ye.

Yanî nizanin di kîjan qonaxê de ye, çi dibe û çi naqewime.

Ji ber wê jî rêjeya baweriyê di bin rêjeya piştgiriyê de ye."

Çandar diyar kir ku azadiya Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ku ji Çiriya Paşîn a 2016an ve di girtîgehê de ye ji bo çarenivîsa pêvajoyê xwedî girîngiyeke sembolîk e û wiha axivî:

“Ji ber ku jixwe DEM Partî û Abdullah Ocalan di nav û serê pêvajoyê de ne bi taybetî Kurd piştgiriyê didin.

Lê hesta bêbaweriya giştî bi temamî ji holê ranebûye.

Ji ber vê yekê, pêwîst e ev pêvajo bibe ya civakê û li ser zemîneke civakî rûne da ku bi vê hesta baweriyê bi awayekî ku venegere rê bê girtin û ber bi xaleke aştiyane ve biçe.

Yanî xala ku her duyan jî bi taybetî tekezî lê kir ew e, ji bo ku ev pêvajo bi awayekî bêveger bigihêje armanca xwe, divê bibe ya civakê.

Ango eger hêza civakî li pişt vê pêvajoyê bisekine û ev pêvajo li ser bingeha civakê xurt bibe, dê bi awayekî bêveger bigihêje serkeftinê.

Lê girtîbûna her duyan û bi taybetî wekî ku min jî tekez kir, Selahattîn Demîrtaş.”

“Eger Demîrtaş were berdan dê bawerî û piştgiriya civakî zêde bibe”

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Cengîz Çandar her wiha anî ziman:

“Ne tenê di civaka Kurdan de, di cîhana Kurdan de, divê eşkere were gotin ku di beşa Tirkan a Tirkiyeyê de jî kesayetiyê siyasî yê Kurd ê herî populer e û ev çend sal in, 9 sal in, bi neheqî û neyasayî di girtîgehê de tê ragirtin.

Ya herî girîng biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê wî heye.

Eger li gorî vê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bikevin nava liv û tevgerê ku madeya 90î ya destûra Tirkiyeyê pêbendbûna bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dike pêwîstiyeke destûrî, mecbûriyetek.

Eger li gorî vê biryarê bikevin nava liv û tevgerê divê Demîrtaş niha were berdan.

Niha eger hûn pêvajoyekê dimeşînin û armanca we aştî ye, wê demê ya herî girîng ew e ku hûn azadiya navê herî sembolîk ê vê yekê an jî yek ji çend navên herî sembolîk, Selahattîn Demîrtaş, misoger bikin.

Wê demê, wekî ku min jî tekez kir, dê bawerî û piştgiriya civakî ya ji bo vê pêvajoyê zêde bibe.”

“Modela Fîlîpînê nabe mijara gotûbêjê”

Çandar diyar kir ku pirsgirêka Kurdan xwedî dînamîkên xwe yên taybet e û modelên wekî Fîlîpînê nabe mînak werin girtin û got:

“Kurd yek ji gelên kevnar ên Rojhilata Navîn in ku li Tirkiye, Sûriye, Îraq û Îranê dijîn.

Çima divê modela çareseriyê ya welatekî wekî Fîlîpînî ku çar aliyê wê bi deryayê dorpêçkirî ye, ji bo Kurdên Tirkiyeyê bibe mînak, ev nabe mijara gotûbêjê jî.”

“Dê bandoreke erênî li Rojava bike”

Cengîz Çandar her wiha rast nedît ku hêdîbûna pêvajoyê bi pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê ve bê girêdan û tekez kir ku serkeftina pêvajoyê dê bandoreke erênî bike lê divê pirsgirêkên li Rojavayê nebin hincet ji bo kêmasiyên li Tirkiyeyê.

Cengîz Çandar da zanîn:

“Girêdana vê yekê bi temamî bi Rojavayê re şaş e, ji ber ku îdia hene ku pêvajoya aştiyê ya salên 2013-2015an jî ji ber Rojavayê têk çûye.

Ez ne di wê baweriyê de me. Roleke Rojavayê di 2013-2015an de hebû lê sedema yekane ne ev bû.

Ji ber vê yekê, xwendina pêvajoya niha tenê li ser Rojavayê, girêdana hêdîçûna pêvajoyê, astengî û rûbirûbûna bi hin pirsgirêkan re bi Rojavayê ve ne pir mafdar e.

Eger pêvajoya li Tirkiyeyê wekî ku divê bi pêş bikeve û bigihêje encamê, dê bandoreke erênî li Rojavayê bike.”

“Eger Tirkiye xwedî li Kurdên Sûriyeyê derkeve dê kar li Sûriyeyê hêsantir bibin”

Çandar bi şiroveyeke li ser siyaseta Sûriyeyê ya Tirkiyeyê axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Tiştê ku ez her tim dibêjim ev e, desthilatdariya li Tirkiyeyê çi qas xwedî li birêvebiriya Şamê derdikeve, eger ew qas jî xwedî li Kurdên Sûriyeyê derkeve ji ber ku ew birayên Kurdên Tirkiyeyê ne, dê çareseriya li Sûriyeyê hêsantir bibe.

Lê eger li Sûriyeyê hin astengî derkevin, bikaranîna vê yekê wekî hincetekê ji bo hin kêmasiyên di bipêşveçûna pêvajoya li Tirkiyeyê de, bi ya min ne pir rast e, ne îsabet e û ne jî heqîqet e.”