Di 52 saliya xwe de ji bo zimanê dayikê çû zanîngehê
Hewlêr (Rûdaw) - Hanim Begtaşa Suryanî ya 52 salî, piştî ku 5 zarokên xwe mezin kirin û şandin zanîngehê, xewna xwe ya xwendinê pêk anî û li Zanîngeha Artukluyê dest bi xwendina Ziman û Wêjeya Suryanî kir.
Çîroka wê bûye çavkaniya hêviyê.
Hanim Begtaş li navçeya Midyadê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê dijî.
Ew di 52 saliya xwe de bû xwendekar û li Beşa Ziman û Edebiyata Suryanî ya Zanîngeha Artukluyê dest bi xwendinê kir.
"Ev yek di dilê min de mabû"
Xwendekara Zanîngehê Hanim Begtaş got, “Piştî ku min xwendina seretayî qedand, birayên min got berdewam bike lê dayika min nehişt ez bixwînim.
Ev yek di dilê min de ma. Piştî ku her pênc zarokên min zanîngeh xilas kir, min dibistana navîn û lîse ji derve xwendin û paşê min xwe ji bo ezmûna zanîngehê amade kir.”
Hanim Begtaş, piştî gelek salan, bi piştevaniya hevjîn û zarokên xwe, ji bo ezmûna zanîngehê xebitî û beşa zimanê dayikê, wêje û çanda xwe hilbijart.
"Ji bo Suryaniyan gelekî watedar e"
Hevjînê wê û Serokê Komeleya Ziman, Çand û Wêjeya Suryanî Yusuf Begtaş jî:
“Hebûna Beşa Ziman û Wêjeya Suryanî li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê, ji bo gelê Suryanî yê ku li Mêrdîn, li seranserê cîhanê û Rojhilata Navîn dijîn, watedar e.
Ev karekî hêja ye û heta ji Îraq û derveyî welat jî xwendekar tên.”
Mamosteyên Beşa Ziman û Wêjeya Suryanî ya zanîngehê bangê hemû xwendekarên Suryanî yên li seranserê cîhanê dikin ku bawernameyên zanîngehê, master û doktorayê wergirin.
"Lêkolîn li ser Suryaniyan kêm in"
Serokê Beşa Ziman û Wêjeya Suryanî Profesor Dr. Mehmet Saît Toprak jî:
“Derbarê Suryaniyan de li Tirkiyeyê tevî ku di gelek waran de pêwendî bi zimanê Suryanî heye, lêkolîn li ser wan gelek kêm in.
Em kêfxweş in ku ev Hanim hatiye vê beşê û li vir li ser çand û zimanê Suryanî kar dike, ev cihê hêviyê ye.”
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji ber koçberî û nakokiyan hejmara Suryaniyan bi awayekî berbiçav kêm bûye.
Niha hejmara wan di navbera 15 heta 25 hezar kesî de tê texmînkirin.
Piraniya wan li Stenbolê dijîn û hinek ji wan jî li Mêrdîn û derdora wê niştecih in.