Kurdên Rojava Tirkiyê bi bikaranîna çekên qedexekirî li dijî sivîlan tohmetbar dikin

17-10-2019
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Kurd Tirkiye HSD Çarenivîsa Rojava Çekên qedexekirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serkirdeyên leşkerî û siyasî yên Kurd û rayedarên kerta tendirustiyê yên Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, Tirkiyê tohmetbar dikin ku di êrîşa li ser bajarê Serê Kaniyê de çekên qedexekirî bi kar aniye û derbarê vê yekê de daxwaza lêkolîneke navdewletî dikin.

Serokê Desteya Tendirustiya Kantona Cezîrê li Rojavayê Kurdistanê, Dr. Menal Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Tirseke mezin heye ku çekên qedexekirî li Serê Kaniyê hatibin bikaranîn, û birîndarên ku me li nexweşxaneyan derman kirine, birînên wan normal nînin.”

Dr. Menal Mihemed herwiha got: “Encûmena me ya tendirustiyê niha dest bi lêkolînekê kiriye, ji bo diyarkirina corê çeka ku li dijî me bi kar hatiye, ji ber ku weke min got, ew birîndarên ku em li nexweşxaneyan çareser dikin, ne asayî ne.”

Tirkiyê derbarê bikaranîna çekên qedexekirî di êrîşên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê de, heta niha ti bertek nîşan nedaye, lê belê Berdevkê Serokatiya Tirkiyê, Îbrahîm Kalin xelkê navçeyê bi wê yekê tohmetbar kiriye ku tohmetên derewîn li dijî operasyona “Kaniya Aştiyê” belav dikin.

Îbrahîm Kalin roja Çarşemiyê li Enqerê ji rojnamevanan re got: Ewên ku gumanê dixin ser operasyona Kaniya Aştiyê, ew kesin ku ji ber jidestdana pozisyona xwe li Sûriyê, hest bi bêhêvîbûn hêrsbûnê dikin.

Li aliyekê din, Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mistefa Balî jî derbarê bikaranîna çekên qedexekirî li dijî hêzên wan ragihandiye: “Em bi guman in ku çekên ne asayî li dijî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Serê Kaniyê hatibin bikaranîn.”

Berpirsê Navenda Pêwendiyên Dîplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl di daxuyaniyeke rojnamevanî de dibêje, “pişkinînên pizîşkî tekezî li ser wê yekê dikin ku Tirkiye çekên qedexekirî yên weke fosfor û napalmê bi kar tîne.”

Bikaranîa fosfora spî li cihên ku welatiyên sivîl lê bin, li cîhanê hatiye qedexekirin.

Hevpeymaniya Navdewletî ya ku Amerîka serpireştiya wê dike, rastî rexneyan hatibû, ku di şerê li dijî DAIŞê de çekên kîmyayî bi kar aniye, lê Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî ew yek red kirine.

Napalm madeyeke lîç e ku di pileyên gelek bilind ên germê de dişewite û li gor peymannameyeke Netewên Yekgirtî bikaranîna wê li dijî sivîlan hatiye qedexekirin.

Tirkiyê ji roja Çarşemiya heftiya bihorî 9ê Cotmeha 2019an ve êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê di jêr navê operasyona “Kaniya Aştiyê” de dest pê kiriye.

Ji dema destpêkirina operasyonê ve, herî zêde êrîş li ser herdu bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî tê kirin, ku artêşa Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên ser bi wî welatî ve îdia dikin, ku herdu bajar kontrol kirine, lê belê Hêzên Sûriyeya Demokratîk wê yekê red dikin û dibêjin, bajar di destê wan de ne.

Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê ragihandiye, di encama êrîşa Tirkiyê de 62 welatiyên sivîl li Nexweşxaneya Til Temir jiyana xwe ji dest dane.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîl, Mazlûm Kobanî roja Çarşemê di hevpeyvîneke televîzyonî de ragihandiye ku “205 kesên sivîl bi sedema êrîşên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane.”

Çekên qedexekirî çendîn caran li Sûriyê û ji dema destpêka krîza li wî welatî li dijî welatiyên sivîl hatine bikaranîn.

Di Novembera 2018an de, hikûmetên Sûriye û Rûsyayê, hêzên Amerîkayê bi wê yekê tohmetbar kirin ku di şerê li dijî DAIŞê de li Dêre Zorê çekên bi fosfora spî bi kar biriye.

Herwiha Amerîkayê çendîn caran hikûmeta Sûriyê bi wê yekê tohmetbar kir, ku li dijî navçeyên ku di bin kontrola komên çekdar ên opozisyonê de ne, bermîlên bombekirî û çekên kîmyayî ji wan jî gazên Kolor û Sarîn bi kar aniye.

Tevî hemû zextên herêmî û navdewletî ji bo rawestandina êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihaniye: “Em bi ti awayî agirbestê ranagihînin. Ew zextan li me dikin ji bo rawestandina operasyonê. Ew sizayan radigihînin, armanca me diyar e, em xwe ji ti sizadanekê re naçemînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst