Serok Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Ezm Xemîs Xencer civiyan
Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî îro li ofîsa xwe li bajarokê Selahedînê pêşwazî li Xemîs Xencer siyasetvanê Erebê Sunne yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Ezm kir û herdu aliyan bi hev re rewşa Iraqê ya piştî hilbijartinên 10ê Cotmehê gotûbêj kirin.
Serokê Hevpeymaniya Ezm, Xemîs Xencer ku lîsteya wî li gor encamên dawî yên komîsyonê 12 kursî di hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê de bidest xistiye, îro serdana serok Mesûd Barzanî kir.
Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û awayê birêveçûna proseya hilbijartina parlamentoya Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Serok Barzanî û Xemîs Xencer di vê hevdîtinê de, behsa qonaxa piştî hilbijartinê jî kirine û hêvî kirine, ku encamên hilbijartinê bibin sedema bidesthatina istiqrarê û rasterêbûna proseya siyasî ya Iraqê.
Li gor encamên dawî yên hilbijartina parlamentoya Iraqê ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ve hatiye ragihandin, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 33 kursî û Hevpeymaniya Ezm 12 kursê bidest xistine.
Di hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê de ku roja 10ê Cotmehê hat lidarxistin, hejmarek serkirdeyên Erebên Sunne bi serokatiya Xemîs Xencer kesayetî p sermayedarên Sunne, hevpeymaniyek bi navê Hevpeymaniya Ezm pêk anîn. Wê hevpeymaniyê di hilbijartinê de, li parêzgeha Bexdyaê 6 kursî, li Enbarê 1 kursî, li Diyale 4 kursî, li Selahedînê 1 kursî û li Neynewayê jî 1 kursî bidest xistiye.
Li gor encamên dawî yên komîsyonê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) 16 kursî, Nifşê Nû 9 kursî, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê 4 kursî û Komela Îslamiya Kurdistanê jî 1 kursî bidest xistine.
Di hilbijartina vê carê de bi giştî aliyên Kurdî 63 kursiyên parlamentoya Iraqê bidest xistine, ku li gor hilbijartinên berê 5 kursî zêdetir in. Di hilbijartina 2018an de aliyên Kurdî di parlamentoya Iraqê de xwdiyê 58 kursiyan bûn.