Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat dê raporekê pêşkêşî Numan Kurtulmuş bike

Hewlêr (Rûdaw) - Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) dê raporekê pêşkêşî Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bike.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê li Amedê ne.

Numan Kurtulmuş û şandeya pê re dê biçin serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

Cemiyeta  Rojnamegeran a Başûrrojhilat 11ê mehê li parêzgeha Amedê panelek li dar xistibû.

Di encamnameya panelê de hatibû eşkerekirin ku nûnerên medyayê, akademîsyen û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, li ser zimanê nûçeyan, berpirsyariya exlaqî û bandora civakî ya di pêvajoyên aştiyê de nîqaş kirine.

Her wiha hatibû diyarkirin ku beşdaran amaje pê daye ku zimanê nûçeyan ê ku di dema şer û pevçûnên demdirêj ên li Tirkiyeyê de tê bikaranîn, gelek caran polarîzasyona civakî kûrtir dike û tekez kiribûn ku medya divê di avakirina aştiyê de roleke veguherîner bilîze.

Rapora ku di encama panelê de hatiye amadekirin îro dê ji Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û hejmarek endamên komîsyonê re bê pêşkêşkirin.

Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat ragihandibû ku di vê pêvajoyê de ew dê wekî “însiyatîfeke sivîl” û di asta neteweyî û navneteweyî de kar û xebatên “rojnamegeriya aştiyê” bidomînin.