Li Wanê pevçûn: Kuştî û gelek birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê di pevçûneke bi çekan a di navbera du koman de kesek mir û 19 kes jî birîndar bûn.
Nîqaşa ku li gundê Keşîşê yê Qelqeliyê di navbera du koman de derket veguherî pevçûna bi çekan.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirmeyan çûn cihê bûyerê.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li Qelqelî û Wanê.
Cendirmeyan li gund tedbîrên ewlehiyê standin.