YNK: Em piştevaniya rêveberiya demkî ya Rojavayê Kurdistanê dikin

17-11-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Polîtburoya YNKê û Parêzgarê (walî) Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm, diyar kir ku YNK rêveberiya demkî ya ji aliyê PYDê ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin, wek gaveke serkeftî dibîne û piştevaniya wê yekê dike.

Endamê Polîtuborya YNKê Dr. Necmedîn Kerîm, di hevpeyvînekê de digel televîzyona Gelî Kurdistanê, li ser rêveberiya demkî ya Rojavayê Kurdistanê ku çend roj berê ji aliyê PYDê ve hat ragihandin, kir û diyar kir ku YNK bi fermî piştevaniya wê yekê dike.

Dr. Necmedîn Kerîm, ragihandina rêveberiya demkî li Rojava wek gaveke girîng û serkeftî zanî û wiha got: “Serkeftina rêveberiya Rojavayê Kurdistanê serkeftina hemû kurdan e.”

Ev piştevaniya YNKê bo PYDê di demekî de ye ku Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî, beriya niha siyaseta PYDê li Rojavayê Kurdistanê bi tundî rexne kiribû û ragihandina rêveberiya demkî ji aliyê wê partiyê ve wek “sepandina hêza xwe” bi ser partiyên din ên Rojavayê Kurdistanê nirxandibû.

PYDê roja 12ê Mijdara 2013an bi şirîkatiya hinek sazî û partiyên nêzîkî xwe “Rêveberiya Demkî” li Rojavayê Kurdistanê ragihand. Ev biryara PYDê bêyî ENKSê ku ji 14 partiyan pêk tê, hat dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst