Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê BDPê Salahedîn Demîrtaş ragihand ku Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan dibêje ew aştiyê dixwazin lê hinek hene naxwazin ka bila bêje ew kîne yên naxwazin.
Demîrtaş li bajarê Berlînê li Almanyayê ji raya giştî re got “Di nav me de kesên ku aştiyê naxwazin tune ne, ji ber ku aştî hesreta gelê kurd ya sedsalî ye”.
Hevserokê BDPê aşkere kir ku Erdogan li Amedê behsa aştiyê dike, lê ji aliyekî din qereqolan ava dike û dîwaran lêdike.
Salahedîn Demîrtaş herwiha got “Erdogan dixwaze li Bakur aştiyê pêk bîne û çeteyê xwe rê dike Rojavayê Kurdistanê û êrîşî Kurdan dikin”.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse