Mesrûr Barzanî û şanda Amerîkî behsa rewşa deverên Kurdistanî kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Şiwêrmendê Encûmena Ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî gel şandeke Amerîkî civiya û behsa hsa pêşhatên siyasî û rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Herêma Kurdistanê kirin.
Îro şemiyê (17.11.218) Şiwêrmendê Encûmena Ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel şandeke Amerîkî ya bi Serokatiya Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarên Îran û Iraqê Andrew Peek civiya.
Di civînê de Mesrûr Barzanî û Andrew Peek behsa pêşhatên siyasî û rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê û destpêkirina qonaxeke nû ya bo çareserkirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.
Her di civînê de Mezrûr Barzanî û Peek pêşwazî ji biryara dubare şandina petrola Kerkûkê bi rêya boriya petrolê ya Kurdistanê bo bazarên cîhanê diyar kirin û ew yek bi pêngaveke girîng û sembolîk bo çareserkirina kêşeyên berdewam hatin bilêvkirin.
Derbarê normalkirina rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Herêma Kurdistanê de jî Barzanî û Peek tekez li ser vekirina tevahiya rêyan û paqêjkirina wan ji bombe û mînên vedayî û herwiha dabînkirina xizmetguzariyên seretayî bo wan deverên kirin.
Herwiha destpêkirina qonaxeke nû ya bi hev re karkirina Bexda û Hewlêrê bo çareserkirina kêşe û nakokiyên heyî mijareke din a civînê bûn.