Dayika Erkanê 23 salî: Me ji vê ezabê bînin derê
Duhok (Rûdaw) – Xortekî 23 salî li Duhokê yê bi navê Erkan Ebdulhekîm nexweşiya kezebê (mêlak) pê re heye û di rewşeke tendirustiyê ya xirab de ye. Malbata wî dibêjin, ew bû 4 meh ku rewşa wî roj bi roj xirabtir dibe û pêwîstiya wî bi neştergeriyê û çandina kezebê heye, lê ji ber wan şiyana darayî nîne, ew nikarin neştergeriyê jê re bikin û dayika wî xortî li benda alîkariya xelkê ye û bang li xêrxwazan dike û dibêje, “me ji vê ezabê bînin derê.”
Malbata Erkan Ebdulhekîm dibêjin,di wan çend rojên dawiyê tendirustiya xortê wan xirabtir bûye û ji ber êşê nekariye xwarinê bixwe.
Fewziya Mihemed, dayika Erkan ji Rûdawê re dibêje: “Ez mirin ji qehra wî, em dîn bûn bi şev û roj xew nîne, ez jê re duayê dikim ku ew xelk û zengîn alîkariya me bikin, me ji vê ezabê bînin derê, em kirêçî ne, ne miaşek heye ne jî me tiştek heye, hema li firinan kar dikin, rojê 10 ta 15 hezar dînaran, niha ew jî nema.”
Hevalekî Erkan amade ye, ku mala xwe bifiroşe û ji bo mesrefê dermankirina wî deyn bide malbata Erkan. Malbata Erkan bi xwe, mal û otomobîla xwe ji bo dermankirina ciwanê xwe firotine û niha rewşa wan a darayî nebaş e û nikarin neştergeriyê jê re bikin.
Erdewan Ebdulhekîm, birayê Erkan ji Rûdawê re got: “Hevalê wî ji me re gotiye, dê malê bifiroşim, bes heke we xanî firot, ez hêvî dikim birayê we rabe û hûn wî pereyî vegerînin min, daku ez biçim nav xaniyê xwe. Me jî pê çênabe, em mecbûr in, ez amade me mêlaka xwe bidim wî, hemû endamên laşê xwe bidim wî, min ev pê çêdibe, ez dikarim riha xwe gorî wî bikim, çimku min tenê ev bira heye û em bê bav in jî.”
Doktorên taybetmend jî didin diyarkirin, êdî derman dê tenê rewşa Erkan heya radeyekê baş bikin, heya dema ku mêlak jê re tên çandin û pêşniyar dikin ku neştergerî li derveyî welat be.
Pizîşkê pisporê dil û hinavan, Dr. Remezan Koçer ji Rûdawê re ragihand: “Erkan, nexweşiya wî têkçûna mêlak e, di qonaxên pêşkevtî yên vê êşê de ye û gihîştiye qonaxekê ku zivirîn nîne ku careke din çê bibe, van corên nexweşiyan, em bi diqet çareseriya wan dikin, heta em digihin çandina mêlakê, divê mêlakek jê re bê çandin ku kesek xwebexş bike, qetedeke mêlaka xwe bide wî daku mêlaka wî careke din kar bike. Li Kurdistanê hinek hewl hatine dayîn li cem doktor Newzad, ez bêjim tîmên wan dirist nebûne, piraniya nexweşan em dişînin Tirkiyê û Hindistanê û li wê derê bo wan tê kirin.”
Erkan kurê hunermendê koçkirî, Ebdulhekîm Zaxoyî ye ku di sala 2016an de koça dawî kir. Piştî koça dawî ya bavê wan, Erkan tekane kes e ku bi karkeriyê debara malbata xwe peyda dike.