Li Rojhelatê Kurdistanê greva giştî kete roja xwe ya sêyem
Hewlêr (Rûdaw) – Îro li hejmarek bajarên Rojhelatê Kurdistanê, greva giştî di sêyemîn roja xwe de berdewam bû û xelkê dikan û bazar nevekirin.
Li gor dîmenên ku hatine belavkirin, li bajarên Mihabad, Bokan, Pîranşar, Şino li parêzgeha Urmiyê, herwiha li bajarên Bane, Sine, Kamyaran, Dîwandere û Merîwanê yên parêzgeha Sineyê greva giştî îro jî berdewam kir.
Li wan bajaran bazar hema hema bi temamî girtî ne û xelkê dikanên xwe nevekirine. Li wan bajaran doh û şevê din xwepêşandanên girseyî pêk hatin û xelk li hin bajaran heta derengê şevê li kolanan û li ser cadeyan man.
Di nava 2 rojên derbasbûyî de di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê de, 10 kesan bi guleyên hêzên emnî yên Îranê canê xwe ji dane û hejmarek kes jî birîndar bûne.
Li gor bangewazên ku ji aliyê çalakvan û rêxistinên sivîl ve hatine kirin tê çaverêkirin ku îro jî li Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên berfireh bên lidarxistin.