Li Nisêbînê qeza, 6 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê pîkapek wergeriya û 6 kes birîndar bûn ku 2 ji wan zarok in.
Pîkapa bi plakaya 44 LY 176 a ku nasnameya ajokarê wê hîn nehatiye zanîn, doh êvarê li ser rêya Nisêbîn-Midyadê ji kontrolê derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Di qezayê de C.B. (9), D.B. (10), S.B. (35), F.B. (38), C.A. (45) û M.S.B. (58) birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.