ROJHILAT - Li Îlamê lehî rabû
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Abdananê yê parêzgeha Îlamê lehî rabû û hinek xaniyan xisar dît.
Doh ji ber pêla baranê ya li herêmê, li bajarê Abdananê yê parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê lehî rabû û av ket nava hinek xaniyan.
Birêvebirê Navenda Kontrolkirina Krîzan a Îlamê Elî Mihemed Pakdil Nejad ragihand ku av ketiye nav zêdetirî 40 xaniyên Komelgeha Hezaraniyê ya li bajarê Abdananê.
Pakdil Nejad amaje bi wê yekê kir ku hemû tîmên wan bi alîkarîkirina xisardîtiyan re mijûl in û "ew malên ku zerera wan kêmtir e, dê bi awayekî neqdî bên qerebûkirin (dê tezmînatê wergirin)."
Elî Mihemed Pakdil Nejad diyar kir ku sedema rabûna lehiyê rêça avê ya nêzîkî komelgehê bûye û got:
"Ji bo sererastkirina rêçikê hevahengiya pêwîst hatiye kirin û dê di demeke zû de were çêkirin."
Li rexê din, ji ber lehiyê firaxên hinek malbatan xera bûne.
Birêvebirê Giştî yê Heyva Sor a Îlamê Hemze Mihemedî Muqedem ragihand, "Heta ku rewş asayî bibe, tîmên me dê di alîkarîkirina ziyandîtiyan bidomînin."
Divê were gotin ku zêdetirî sê hezar kesan li Komelgeha Hezaraniyê dijîn.
Li gorî raporên rewşa hewayê dê li rojhilatê welêt baran bidome.
Ji bo parêzgehên Urmiye, Kirmaşan û Sineyê hişyariya barana bihêz, bayê şid, mijê û li herêmên çiyayî jî hişyariya berfê tê dayîn.