Nasnameyên 3 gerîlayan hatin eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir ku 3yê Tîrmeha 2018an Gareyê canê xwe ji dest daye.
HPGyê di daxuyaniya xwe de got, "Em hevrêyên xwe Mûnzûr, Artim û Berxwedan bi hezkirin, hurmet û hesret bi bîr tînin."
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameyên gerîlayan wiha ne:
Mûnzûr Stêrk: Navê wî yê fermî Erdal Yildiz e, ji Dêrsimê ye. Navê dayîka wî Fîdan û navê bavê wî Hasan Huseyîn e.
Artim Ciwan: Navê wî yê fermî Delîl Hulakû ye, ji Amedê ye. Navê dayîka wî Xuleke û navê bavê wî Ramazan e.
Berxwedan Cûdî: Navê wî yê fermî Yasîn Garan e, ji Şirnexê ye. Navê dayîka wî Vecîde û navê bavê wî Îbrahîm e.
Mûnzûr Stêrk 1995an, Artim Ciwan jî 2014an tevlî refên gerîlayan bûye.
Sala tevlîbûnê û wêneyê Berxwedan Cûdî nehatine belavkirin.