Dêrsim rabû ser pêyan: Em rê nadin talankirina xwezayê

Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî talana xwezayê meşiyan

Dêrsim (Rûdaw) - Bi pêşengiya Platforma Xweza, Jiyan û Jîngehê ya Dêrsimê, bi hezaran kes li dijî projeyên kanên madenê û talankirina xwezayê xwepêşandanek li dar xist.

Girseya gel ji Kolana Hûnerê heta Qada Seyid Riza meşiya û dirûşma "Em rê nadin talana xwezayê" berz kir.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, parlamenterê CHPyê yê Bursayê Orhan Saribal û gelek nûnerên saziyên sivîl jî beşdarî meşê bûn.

"Têkoşîn li dijî pergala kapîtalîzmê ye"

Orhan Saribal di meşê de axivî û destnîşan kir ku ev têkoşîn li dijî "pergala pereyan a kapîtalîzmê" ye.

Saribal ji Rûdawê re got, "Ne tenê li Dêrsimê, li her derê Tirkiyeyê di navbera desthilat û kompanyayên madenê de hevkarî heye.

Eger hewa û ava paqij nebe, jiyan nabe. Dewleteke ku nikaribe mafê jiyanê yê mirovan biparêze, nikare ti tiştî biparêze.”

Endamê Birêvebiriya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Kemal Aytaç jî piştgiriya xwe ya hiqûqî diyar kir.

Kemal Aytaç got ku ew amade ne her cure piştgiriya hiqûqî bidin û wiha got,"Gelek dozên ku me vekirine serkeftî ne.

Li Çiyayê Baqir bêyî ku rapora ÇEDê (Rapora Bandora li ser Jîngehê) bê wergirtin, dest bi kar hatiye kirin.

Em dê wekî Yekîtiya Baroyan piştgiriya pêwîst bidin."

"Bila dest ji axa me berdin"

Welatiyên ku beşdarî xwenîşandanê bûn, nerazîbûna xwe li dijî kanên madenê û projeyên bendavan anîn zimên.

Welatiya bi navê Naciye Aktaşê bangî desthilatê kir û got, "Bila axa me jehrî nekin. Bila dest ji me berdin, em dizanin çawa xwedî li axa xwe derkevin."

Welatiyê bi navê Fetî Yilmaz jî got: "Dewletê zilm li me kir û niha jî dixwaze bi çêkirina kanan me tune bike. Em li dijî vê yekê derdikevin."