Bêrîvan Kutluyê koça dawî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Bêrîvan Kutluyê ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.
Çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) û Hevşaredara berê ya Cizîrê Bêrîvan Kutluyê li Edeneyê li nexweşxaneya ku dihat dermankirin koça dawî kir.
Bêrîvan Kutlu demeke dirêj bû ji ber nexweşiya penceşêra pêsîrê li beşa onkolojiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Balcaliyê ya Edeneyê dihat dermankirin.
Tevî tedawiyê Bêrîvan Kutluyê îro koça dawî kir.
Hat ragihandin ku cenazeyê Bêrîvan Kutluyê dê sibe li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê bê veşartin.