16 Photos
Çiyayê Korek (Rûdaw) – Ji ber barîna berfê, gelek geştiyar berê xwe didin herêmên çiyayî yên Başûrê Kurdistanê.
Geştiyarên naverast û başûrê Iraqê ji bo dîtina berfê û derbaskirina demeke xweş, berê xwe dane Başûrê Kurdistanê.
Yek ji cihê geştiyariyê di vê werzê de Çiyayê Korekê ya li navçeya Soranê ya Hewlêrê ye. Geştiyar bi teleferîkê derdikevin Çiyayê Korekê.
Çiyayê Korekê yê Hewlêrê yek ji wan deveran e, ku geştiyarên navxwe, ereb û biyanî di werzê zivistanê de serdanê dikin.
Bilindayiya Çiyayê Korekê 2 hezar metre ye û 90 kilometreyan dûrî paytextê Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê ye.
(A.B)