Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Partiya Pêşverû Hemîd Hecî Derwêş daxwazê dike ku tevahiya aliyên Kurdî di roja 20 vê mehê de li bajarê Qamişlo bi hev re bicivin daku helwesteke yekgirtî li hember gefên Tirkiyê bê avakirin.
Partiya Pêşverû dest bi çend gavên praktîkî kiriye, daku tevahiya aliyên siyasî bi berprisiyariya xwe rabin.
Di daxuyaniyeke taybet ji Rûdawê re, Sekreterê Partiya Pêşverû Hemîd Hecî Derwêş dibêje tevgera siyasî ya Kurdî li Sûriyê dikare bi yekdengiya xwe, têkiliyê bi tevahiya aliyên din re bike, daku encameke baş bê bidestxistin.
Dengê sekreterê Partiya Pêşverûya Demkrat a Kurd li Sûriyê bilind dibe û Hemîd Hecî Derwêş daxwazê dike, ku tevahiya hêz û aliyên Kurdî yekgirtî bin, daku bi hev re bersiva her gefekê bidin û rê li ber her êrîşeke çaverêkirî û neçaverêkirî bê girtin.
Hemîd Derwîş wiha got: “Em ne dijminê hev in, me bira û hevalê hev in. Em dikarin bi hev re li Sûriyê xizmeta Kurdan bikin. Em dikarin ji welatê xwe re bibin alîkar. Sûriye ketiye rewşeke gelek xirab de. Gelek destên li derve hene û rewşa Sûriyê aloz kirine.
Partiya Pêşverû ku niha li derveya ENKSê û Rêveberiya Xweser e, daxwazê dike ku roja pênşema bê di 20 vê mehê de li bajarê Qamişlo tevahiya partiyên Kurdî li hola Dr. Nûredîn Zaza bi hev re bicivn û bikaribin bi helwest û biryareke yekgirtî ji wê civînê derkevin.
Endamê Polîtbuorya Pêşverû Ehmed Silêman jî got: “Em dixwazin bi yekhelwestî bi birayên xwe yên ereb re bikevin peywendiyê. Eger em bibin yek zehmete hinek aliyên din bikarin êrişî me bikin.”
Bandora gefên Tirkiyê li ser tevahiya deverê heye, her aliyek li nav Rojavayê Kurdistanê jî xwedî nerîn û siyaseta xwe ye, Hemîdê Hecî Derwêş jî dibêje, heger Tevgera siyasî ya Kurdî li Sûriyê yekdeng be, wê bikaribin têkiliyê bi tevahiya aliyên din re bikin daku encamek bê bidestxistin, ku êrîşî ser vê deverê neyê kirin.
Derwîş herwiha got: “Em dikarin bi herkesî re danûstandinan bikin. Peywendiya tevgera Kurd peywendî bi her alî re heye. Heger em li hev bin em dikarin tiştên baş bikin.”
Piraniya bajarên Rojavayê Kurdistanê li ser sînorê Tirkiyê ne, di navbera çend bajar û gundên deverê de, ne tenê sifir kîlometer lê sifir mitir heye, Tirkiyê jî li ser sînorê amadekariyan dike û dengê daholên şer li paş sînor tê bihîstin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse