ROJAVA - ENKSê Roja Ala Kurdistanê pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro li hejmareke bajarên Rojavayê Kurdistanê bi boneya Roja Ala Kurdistanê merasîm, çalakî û komcivînên pîrozbahiyê saz kirin.

Li bajarê Dirbêsiyê grûpeke bi navê Ciwanên Şoreşger bi kevir û daran êrişî çalakiya ENKSê kirin û di êrişê de hejmareke endamên ENKSê birîndar bûn û ofîsa ENKSê hat şewitandin.

Serokê Xwecihiya ENKSê ya Dirbêsiyê Idrîs Şêx Xelef ji Rûdawê re diyar kir, piştî wan çalakiya xwe bi dawî kir, Ciwanên Şoreşger hatin wir û êrîşî wan kirin û di encamê de pênc endamên ENKSê birîndar kirin.

 

 

Mezlûm Kobanî êriş şermezar kir

Silêman Oso endamê Desteya Serokayetiya ENKSê ji Rûdaw re tekez kir, ku hejmarekê ji Ciwanên Şoreşger li Dirbêsiyê bi daran êrîşê endam û alîgirên ENKSê kirin.

 

 

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî, êrîşa li ser ofîsa ENKSê şermezar kir û got, Wê êrişê Rêveberiya Xweser û kontrola hêzên ewlehiyê li ser herêmê kiriye armanc û tekez kirk u lêkolînên wan jib o girtina kesên êrişkar berdewam in.

 

 

Merasîma li Qamişlo

Li bajarê Qamişlo çalakiya ENKSê ya ji bo Ala Kurdistanê bê pirsgirêk derbas bû.

Li ser daxwaza Xwecihyên ENKSê yên Qamişlo, îro hejmareke endam û alîgirên wê, li pêşiya ofîsa ENKSê ya li taxa Xerbî kom bûn,û roja Ala Kurdistanê pîroz kirin.

 

 

Cîgirê Sekreterê Partiya Gel ya Kurdistanê Hesen Salih di wê çalakiyê de bibîr xist, Kurdan ji bo ku Ala Kurdistanê her bilind bimîne, li ber xwe dane.

Hesen Salih diyar jî kir, Ala Kurdistanê ne tenê ala perçeyekî Kurdistanê ye, ala hemû Kurdistanê ye.

 

 

Çalakiya li Kobanî

Li bajarê Kobanî jî, alîgirên ENKSê li pêş avahiya Partiya Yekîtiya Kurdistan-Sûriye kom bûn û Roja Ala Kurdistanê bibîranîn.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtiya Kurdistan-Sûriyê Ednan Bozan ji Rûdawê re got, hejmareke endamên Asayîşa Rêveberiya Xweser li derdora ofîsa ENKSê û partiya Yekîtî belav bûn ji bo parastina wan û ti destwerdan di çalakiya wan de nekirin û ti pirsgirêk ji wan re çênebûn.