Galeriya wêneyan

17-12-2021
26 Photos
Bilind T. Abdullah

Ji şevê din ve li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji ber barîna baraneke zêde lehî rabûye û Parêzgarê Hewlêrê jî îro Înê ji Rûdawê re ragihand, li gor zanyariyên gihîştine wan heta demjimêr 8:00 sibehî 7 kesan ji ber lehiyê û kesekî jî bi sedema birûskê jiyana xwe ji dest daye, lê hêj hejmareke dirist li ber dest nîne.

Rêveberê Keşnasiya Herêma Kurdistanê, Fazil Îbrahîm jî îro di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, li navenda bajarê Hewlêrê nêzî 59.2 mîlîmetre baran bariye, herwiha li sînorê nahyeya Şemamik zêdeyî 72 mm û li Pîrmamê jî 83 mm baran bariye.

Li aliyekî din Parêzgarê Hewlêrê daxwaz ji hemwelatiyan kir, eger karekî wan ê gelek pêwîst nebe, dernekevin derve û rêyên navxwe û derveyî Hewlêrê bi kar nehînin.

Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Hewlêrê, Fazil Hacî jî diyar kir, bi sedema lehiyê çend rêyên serekî li Hewlêrê hatine girtin. Fazil Hacî got, rêya serekî ya Korê-Şeqlawe, rêya serekî ya Hewlêr-Pîrmam, rêya serekî ya Qoştepe, rêya serekî ya Fatawe û rêya serekî ya Maweran-Mîrawe li ser hatin û çûnê hatine girtin.