Ahmet Turk dê ji bo serokatiya şaredariyê serlêdana berbijêriyê bike
Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk dê ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê serlêdana fermî bike.
Navê Ahmet Turk ji bo berbijêriya Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê DEM Partiyê dihat bilêvkirin.
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de ji Mêrdînê dibe berbijêr.
Şêwirmendê Turk ji Rûdawê re axivî û got ku ew dê di rojên pêş de serlêdana berbijêriyê bikin.
Ahmet Turk di hilbijartinên berê yên şaredariyan de wekî Şarederê Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû hilbijartin lê li şûna wî 2 caran qeyûm hatibû danîn.