Li Kerkûkê alozî: Rê nedan ku Alaya Kurdistanê bidin destê Peykerê Pêşmerge
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzeke leşkerî li Kerkûkê rê li ber çend ciwanan girt ku Alaya Kurdistanê li ser Peykerê Pêşmerge bilind bikin.
Parêzgarê Kerkûkê dibêje, "Em dê wekî hikûmet mijara Peykerê Pêşmerge bi xwe çareser bikin."
17ê Kanûna Pêşîn, Roja Alaya Kurdistanê, li dibistan, zanîngeh û saziyên fermî û nefermê tên Herêma Kurdistanê bi coş tê pîrozkirin û bibîranîn.
Lê li Kerkûkê rê nehat dayîn ku Alaya Kurdistanê li ser Peykerê Pêşmerge were bilindkirin.
Îro ciwanan alayeke mezin a Kurdistanê anî û xwest bi boneya Roja Alaya Kurdistanê li ser Peykerê Pêşmerge yê li Kerkûkê bilind bikin.
Peyamnêrê Rûdawê yê li Kerkûkê Hîwa Husameddîn got, "Hêzeke zêde ya leşkerî ya Dijethor û Hêzên Taybet rê li wan girt û nehişt Alaya Kurdistanê bilind bikin."
"Îsal ti astengî çênebûn"
Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Teha ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Berevajî salên borî, îsal Roja Alaya Kurdistanê li hemû dibistanên Kerkûkê bi coş hat pîrozkirin û hemû xwendekar û mamosteyên Kurd ew bibîr anî.
Salên din destûr nedidan vê yekê lê bi hewlên me îsal ti astengî çênebûn."
Welatiyan bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê daxwaz ji Parêzgarê Kerkûkê kir ku îro di Roja Alayê de, Alaya Kurdistanê li ser Peykerê Pêşmerge bê bilindkirin.
Parêzgarê Kerkûkê got, "Em dê wekî hikûmet mijara Peykerê Pêşmerge bi xwe çareser bikin."
Peykerê Pêşmerge
Peykerê Pêşmerge yek ji peykerên herî diyar ê bajarê Kerkûkê ye, bilindiya wî 23 metre ye û binkeya wî jî 15 metre ye.
28ê Tîrmeha 2015an dest bi çêkirina wî hatiye kirin û 23yê Îlona 2017an temam bûye.
Peyker ji aliyê Peykervan Manî Ehmed ve û li ser erkê hejmarek kesayetiyên Kerkûkê hatiye çêkirin.
Berê Alaya Kurdistanê li ser peykerî ba dida, lê piştî êrişa Artêşa Îraqê û Heşdî Şebiyê ya 16ê Cotmeha 2017an Alaya Kurdistanê hat daxistin û Alaya Îraqê li şûna wê hat danîn.