Di maça Bursasporê de heqaret li Leyla Zanayê hat kirin: Nahît Eren bertek nîşan da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amedsporê Nahît Eren bertek nîşanî wan çêran da ku di maça Somaspor-Bursasporê de li dijî Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê hatibûn kirin.

Nahît Eren diyar kir ku ew çêrên li dijî Leyla Zanayê şermezar dike û destnîşan kir ku zimanê nefretê û cudakar bi awayekî zanebûn dîsa li stadyuman tê bikaranîn.

Serokê Amedsporê Nahît Eren derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

 Eren got, "Em dizanin bê ew çêr bi çi armancê hatine kirin."

Serokê Amedsporê bal kişand ser wê yekê ku nabe mirov rûdanan ji rojeva welêt serbixwe binirxîne û got,

"Zimanê nefretê û cudakar, demên dawî bi awayekî zanebûn careke din li stadyuman tê bikaranîn."

"Me hişyarî dabû lê tedbîr nehatin standin"

Eren diyar kir ku tevî ku wan berê bal kişandiye ser vê metirsiyê jî helwesteke astengker nehatiye nîşandan.

Nahît Eren careke din rayedar hişyar kirin û bangî wan kir ku tedbîrên pêwîst wergirin.

Daxuyaniya Serokê Amedsporê Nahît Eren wiha ye:

“Di maça Somaspor-Bursasporê de em dibînin bê ma ew çêrên li hemberî qîmeta girîng a siyaset û civaka Kurd, birêz Leyla Zanayê bi çi armancê hatine kirin.

Zimanê nefretê û cudakar, demên dawî bi awayekî zanebûn careke din li stadyuman tê bikaranîn.

Nabe ku mirov rûdanan ji rojeva welêt serbixwe bifikire.

Tevî ku me berê bal kişandibû ser vê metirsiyê jî mixabin ti helwesta astengker nehat nîşandan.

Em careke din rayedaran li hemberî vê metirsiyê hişyar dikin û dawetî wergirtina tedbîrên pêwîst dikin.

Ez wan kesên ku vê êrişa kirêt a ku çanda bihevrejiyanê dike hedef pêk anîye şermezar dikim.”