Mesrûr Barzanî konsulê nû yê Polonyayê qebûl kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Konsulê Giştî yê nû yê Polonyayê Maciej Zajdel qebûl kir.
Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku Polonya dixwaze di warên bazirganî û perwerdeyê de pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re pêş bixe.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Konsulê Giştî yê nû yê Polonyayê yê Herêma Kurdistanê Maciej Zajdel re civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber destbikarkirina wî ya di erka nû de pîrozbahî li Konsulê Giştî Maciej Zajdel kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew wekî hikûmet amade ne her cûre piştgiriya pêwîst pêşkêş bikin da ku Konsulê Giştî erka xwe bi serkeftî bi rê ve bibe.
Hevkariya di warê bazirganî û perwerdeyê de
Di civînê de Konsulê Giştî yê Polonyayê Maciej Zajdel jî diyar kir ku welatê wî bi biryar e pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bipêşvetir bibe.
Zajdel tekez kir ku Polonya amade ye pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re di warên cuda de, bi taybetî di warê bazirganî û perwerdeyê de bi pêş bixe û kûrtir bike.