Gelo HSD û Rêveberiya Xweser bi aliyên Libnanî re civiyan?

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nûçeyên ku dibêjin wan meha borî bi aliyên nefermî yên Libnanî re hevdîtin kirine red kir û ew nûçe wekî "derew û çêkirî" bi nav kir.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDyê Ferhad Şamî di daxuyaniyekê de ew îdia red kirin ku behsa pêwendiyên di navbera HSD, Rêveberiya Xweser û kesayetên Libnanî yên di meha çiriya paşîn de dikin.

"Hewldana xapandina raya giştî ye"

Ferhad Şamî di daxuyaniya xwe de got:

"Hinek dezgehên medyayê yên gumanbar çiriya paşîn nûçeyên derew û çêkirî li ser hevdîtinên îdiakirî yên HSD û Rêveberiya Xweser ên bi aliyên nefermî yên Libnanî re belav kirin.

Ev hewldaneke eşkere ya ji bo xapandina raya giştî û şolîkirina rastiyan e."

Şamî tekez kir ku HSD û Rêveberiya Xweser di pêwendî û dan û standinan de nêzîkatiyeke şefaf dimeşînin, bi taybetî di mijarên girêdayî ewlehî, aramî û pirsên mirovî de.

"Pêwendî mafekî rewa ye û nayên veşartin"

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDyê diyar kir ku eger pêwendiyek hebe ew bi awayekî eşkere tê kirin û wiha pê de çû:

"HSD û Rêveberiya Xweser tekez dikin ku pêwendiya bi her aliyî re ku xizmeta ewlehî, aramî û mijarên mirovî dike, mafekî rewa û aşkere ye."

Şamî destnîşan kir ku dan û standinên wiha bi dizî an li derveyî kanalên fermî pêk nayên.

"Asta nizmbûna wan nîşan dide"

Ferhad Şamî di dawiya daxuyaniya xwe de ew nûçe wekî "sextekarî" bi nav kirin û got:

"Ev sextekarî dê nikaribe rastiyan biguhere. Belavkirina nûçeyên wiha asta nizmbûna pîşeyî û siyasî ya wan aliyan nîşan dide ku van nûçeyan belav dikin."