Xeyal Qertel: Kurdistan ji New Yorkê ewletir e

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Navenda Çanda Kurdî ya New Yorkê Xeyal Qertelê got, “Kurdistan ji New Yorkê ewletir e.”

Xeyal Qertela ku ji bajarê Erzinganê yê Bakurê Kurdistanê ye û demeke dirêj e li Amerîkayê dijî bû mêhvana bultena Nûrojê ya Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Xeyalê diyar kir ku Kurdistan ji New York û welatên Rojava ewletir e.

Wê bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan û ragihand, "Enerjiya li vir, rêza ji bo alayê û dilsoziya xelkê hesteke mezin dide mirov."

“Ez şanaz im”

Xeyalê behsa gera xwe ya li bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê kir û got:

"Ez şanaz im ku li vir im, welatê min gelekî xweş e. Ez çûm Dihok, Silêmanî, Helebce û Hewramanê.

Ev ji bo min derfeteke baş bû ku ez zanibim divê em li New Yorkê çi bikin."

“Kurdistan ji welatên Rojava ewletir e”

Xeyalê da zanîn ku xelkê Kurdistanê ji bo welatê xwe gelekî "dilsoz" e û wiha axivî:

"Li vir enerjiyeke gelekî mezin heye û xelk li vir gelekî dilsoz e. Kurdistan cihekî gelekî ewle ye û ji New Yorkê û welatên Rojava (Ewropa) ewletir e.

Ev jî dike ku ez gelekî serbilind bibim. Ew rêza ku li vir ji bo welatê me û alaya me heye, enerjiyeke mezin dide mirov."

Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê

New Yorka ku yek ji metropolên herî mezin ên cîhanê ye û bi pirçandiya xwe tê naskirin, malxweyiya gelek çalakiyên Kurdî jî dike.

Seroka Navenda Çanda Kurdî ya New Yorkê behsa xebatên xwe kir û got:

"Em wekî Navenda Kurdî ya New Yorkê gelek çalakiyan li dar dixin, di nav wan de Festîvala Fîlman a Kurdî, dersên Kurdî û pirtûkxaneya Kurdî jî hene.

Tiştê ku em dikin ji bo New Yorkê bi giştî gelekî bi qîmet e."

Tê plankirin ku Festîvala Fîlman a Kurdî ya New Yorkê bihara sala bê were lidarxistin.

"Divê em sînorên di mejiyê xwe de bişkînin"

Xeyalê destnîşan kir ku komîteya amadekar a festîvalê ji Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê pêk tê û armanca wan şikandina sînoran e:

"Me hewl da ku nûneratiya hemû Kurdan di komîteyê de hebe. Sînorên ku di navbera me de hatine danîn û di mejiyê me de çêbûne hene, divê em wan sînoran bişkînin û çanda Kurdan nîşan bidin."

Xeyalê diyar kir ku gelek akademîsyen û kesên xwedî tecrube beşdarî hilbijartina fîlman bûne û got:

"Me li 200 fîlman temaşe kir û piştî nirxandinan fîlmên ku dê beşdarî festîvalê bibin hatin hilbijartin."