Mesrûr Barzanî: Alaya Kurdistanê sembola aştî û pêkvejiyanê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku Alaya Kurdistanê bûye bergê dawî yê bi hezaran şehîdan û sembola aştî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê ye.

Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hinek ji nûner û kesayetên pêkhateyên olî û neteweyî yên Herêma Kurdistanê, îro 17ê Kanûna Pêşîn bi boneya Roja Alaya Kurdistanê merasîmeke taybet a bilindkirina alayê li Keleha Hewlêrê hat lidarxisin.

Mesrûr Barzanî di merasîmê de axivî û ji bilî pîrozbahiya Roja Alaya Kurdistanê, tekezî li ser wateya vê rojê kir.

Mesrûr Barzanî got, "Ala Kurdistanê sembola gelê me ye. Ew sembola xweragirî û qurbanîdana bêwestan a gelê me ye.

Di heman demê de sembola aştî, avedanî, pêkvejiyan, berdewamiya jiyanê û hêzê ye."

"Bûye bergê dawî yê hezaran şehîdan"

Mesrûr Barzanî bal kişand ser wan bedelên giran ên ku ji bo parastina vê alayê hatine dayîn û wiha axivî:

"Ev ala di dirêjahiya dîrokê de û ji dema çêbûna xwe ve heta niha, gelek caran bûye bergê (kefenê) dawî yê canê hezaran şehîdan li Kurdistanê.

Her wiha ji bo bilindragirtina vê alayê, hezaran têkoşerên din di zindanan de canê xwe spartine an ber bi sêdareyê ve çûne, yan jî li  deştan û lûtkeya çiyayan şehîd ketine.

Lewma erkê me hemûyan e ku em vê alayê bilind ragirin."

"Ber bi Kurdistaneke avedan ve"

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya gotara xwe de, hêviya xwe ji bo paşerojê anî ziman û got:

"Niha jî em di bin siya vê alaya pîroz de, dest di nav destê hev de, ber bi Kurdistaneke avedan, aram û seqamgîr ve pêngavan diavêjin.

Bila Alaya pîroz a Kurdistanê her bilind û li ba be."