Bavê Tuncer Bakirhan koça dawî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Bavê Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê DEM Partî) Tuncer Bakirhan koça dawî kir.
Li gorî zanyariyan bavê Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Alî Bakirhan koça dawî kir.
Cenazeyê Alî Bakirhan dê li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê were veşartin.
Biryar e Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî ku ji bo xebatên partiya xwe li Edeneyê bû îro biçe Qersê.
Dayîka Tuncer Bakirhan, Îpek Bakirhanê jî Tîrmeha borî koça dawî kiribû.