HSDyê li ser rewşa dawî daxuyaniyek belav kir
Hewlêr (Rûdaw) - HSDyê ragihand ku şaneyên girêdayî hikûmeta Şamê li Girtîgeha Dêrê ya Tebqayê sûc kirine û vîdeoyek belav kirine.
Her wiha hat diyarkirin ku li çend bajarokên Dêrezorê şerê dijwar di navbera HSD û komên çekdar ên hikûmeta Şamê de didome.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku wan beriya 3 rojan wekî "tedbîreke berpirsyarane" hemû girtiyên li Girtîgeha Dêrê ya Tebqayê veguhastine cihên ewle yên li derveyî bajêr.
Hat ragihandin ku îro saet 01:30ê şevê, şaneyên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê vîdeoyek belav kirine û îdia kirine ku girtîgeh kontrol kirine.
"Sûcê belgekirî ye"
HSDyê diyar kir ku van çekdaran li nava girtîgehê gule reşandine û ev yek wekî "sûc û êrişeke belgekirî" bi nav kir û got:
"Ev propagandaya plankirî rola wan a di plankirin û bicihanîna vî sûcî de eşkere dike.
Vîdeoya ku wan belav kiriye delîlê zelal ê berpirsyariya wan a rasterast e."
Şerê li Dêrezorê
Li aliyê din, HSDyê ragihand ku komên girêdayî hikûmeta Şamê êrişî xalên wan ên li bajarokên Xeranîc, Ebû Hemam, Kişkiye, Zîban û Teyaneyê kirine.
Hat diyarkirin ku di encama êrişan de şerê dijwar di navbera hêzên HSDyê û wan koman de derketiye.