Çalakiya Zanîngeha Rojavayê û Zanîngeha Raperînê: ‘Aştî ji bo Rojava’
Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Rojavayê ya li Qamişloyê ragihand ku ew dê çalakiyeke akademîk a online ya bi navnîşana "Aştî ji bo Rojava" li dar bixin.
Armanca vê çalakiyê ew e ku diyalogeke akademîk a birêkûpêk û hevkariya saziyî ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bi pêş bixe.
Di çalakiyê de akademîsyen û nûnerên Zanîngeha Rojavayê, Zanîngeha Raperînê, saziyên akademîk ên Kurdî yên li diyasporayê, hevkarên navneteweyî û pisporên warê alîkariya mirovî dê werin cem hev.
Mijarên sereke
Li gorî daxuyaniya Zanîngeha Rojavayê, mijarên sereke yên ku dê werin gotûbêjkirin ev in:
- Rewşa heyî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê ji nêrînên akademîk û mirovî.
- Hevkariya akademîk a di navbera Zanîngeha Rojavayê û Zanîngeha Raperînê de.
- Avakirina torên akademîk ên domdar bi zanyarên Kurd ên li diyasporayê re.
- Lêkolîna çarçoveyên ji bo piştgiriya akademîk, saziyî û mirovî ya navneteweyî ya ji bo Rojavayê û pêkhateyên din ên li Sûriyeyê.
Çalakî dê îro saet 13:00an li ser platforma Zoomê dest pê bike û dê 3 demjimêran bidome.