Endamekî şandeya dan û standinan ji HSDyê veqetiya
Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî şandeya dan û standinan a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a bi Şamê re ji HSDyê veqetiya û got, "Xelkê Reqayê û serokeşîrên wê bi dewleta Sûriyeyê re ne."
Serokê Partiya Sûriyeya Paşerojê Ebdulhemîd Mehbaş ku endamê şandeya dan û standinan a HSDyê ya bi hikûmeta Sûriyeyê re ye îro bi rêya vîdyoyekê peyamek belav kir û got, "Peyama min ji bo Mezlûm Ebdî ye."
Ebdulhemîd Mehbaş di peyama xwe de got, "Mafê ti kesî nîne ku li ser Reqayê gotûbêj û dan û standinan bike.
Bi ti awayî pêwendiya ti kesî bi Reqayê re nîne û li ser Reqayê dan û standinan nekin."
“HSD ji bo Kurdan dan û standinan dike”
Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê diyar kir ku rola HSDyê cuda ye û anî zimên:
"HSD ji bo Kurdan û gelê Kurd dan û standinan dike. Gelê Kurd niha guh dide min, ew birayên me ne û hevalên me ne.
Hemû pêkhateyên Sûriyeyê li cem hemûyan cihê rêzê ne; Ereb, Kurd, Suryanî, Aşûrî, Tirkmen, Çerkez û hemû pêkhateyên din."
Mehbaş her wiha got, "Em hemû di pileya yekem de Sûriyeyî ne û nîştimanê Sûriyeyê me dicivîne.
Beriya ku em Ereb, Kurd, Suryanî yan Mesîhî û Misilman bin. Em hemû Sûriyeyî ne."
Ev peyama Ebdulhemîd Mehbaş di demekê de ye ku şerekî dijwar di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Ereban a Sûriyeyê û komên çekdar de didome.
“Xelkê Reqayê bi dewletê re ye”
Ebdulhemîd Mehbaş di peyama xwe de bangî Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî kir û got:
"Tika min û ev peyama min ji bo General Mezlûm û her wiha ji bo Cenabê Serok Ehmed Cerba ye; ti kes dan û standinan li ser Reqayê nake û ti kes li ser xelkê Reqayê gotûbêjan nake.
Xelkê Reqayê bi dewletê re ye, hemû şêxên eşîran bi dewletê re ne.
Dibe ku îro ji ber rewşa ewlehiyê nikaribin derkevin û dengê xwe bigihînin lê ez bi temamî dizanim ku hemû bi dewlet û hêzên hikûmetê re ne."
Îro Artêşa Ereban a Sûriyeyê ragihand ku wan bajarê Reqa ji destê HSDyê derxistiye û kontrol kiriye lê HSD vê yekê red dike û dibêje, "Me bajar vala nekiriye."
“Bila herin Hisîça û Kobaniyê”
Ebdulhemîd Mehbaş xwest ku HSD ji bajêr derkeve û wiha axivî:
"Bila kes bi navê me dan û standinan neke. Dewlet îro ya hemûyan e; ya Ereb, Kurd, Suryanî û hemû pêkhateyan e.
Ez tika dikim ku ti tolhildan û şer û pevçûn çênebin.
Ez daxwazê ji HSD û wan hêzên leşkerî yên li Reqa û derdora wê dikim ku herin Heseke û Kobaniyê. Reqa ya xelkê Reqayê ye."
Mehbaş li ser Kurdên li Reqayê dijîn jî got, "Ew xelkê me ne û birayên me ne, jin û jinxwazî û pêkvejiyan di navbera me de heye.
Ev welat yê hemûyan e û Sûriye ya hemû Sûriyeyiyan e bêyî cudahî."