Neviya Seyîd Riza Zelîha Polat hat veşartin
Hewlêr (Rûdaw) - Neviya Seyîd Riza Zelîha Polata ku doh li nexweşxaneyeke Xarpêtê wefat kiribû îro hat veşartin.
Ji bo Polatê li Cemxaneya Yildizbaglariyê merasîmek hat lidarxistin. Piştî merasîmê, cenazeyê wê li Goristana Gulmezê ya Xarpêtê hat veşartin.
Zelîha Polat keça Alî Riza ye ku ew jî kurê Seyîd Riza bû. Seyîd Riza di komkujiya Dersimê ya 1937-38an de hatibû îdamkirin û di bîra gel de wekî sembola berxwedanê û têkoşîna li dijî înkarê tê naskirin.
Zelîhayê demeke dirêj tedawiya penceşêrê didît û du mehên dawî di rewşa wê giran bûbû.
Mirina wê di nav xelkê Dersimê û civaka Elewiyan de bû sedema xemgîniyeke kûr.
Hat zanîn ku vasiyeta Zelîha Polatê hebû ku li gundê xwe yê Dersimê were veşartin lê ji ber berfa zêde ya li Dersimê, cenazeyê wê li Xarpêtê hat veşartin.
"Zelîhayê gundê bav û bapirê xwe neterikand"
Hevşaredarê Dêrsimê yê li cihê wî qeyûm hatiy tayînkirin Cevdet Konak piştî merasîmê ji Rûdawê re axivî û got:
"Zelîha Polat neviya Seyit Riza ye. Ew du sê sal bûn nexweş bû û diçû nexweşxaneyan.
Tevî nexweşiya xwe jî wê gundê xwe neterikand. Li gundê kalê xwe bû û edetên wî dianîn cîh.
Xwedê rehma xwe lê bike. Heta mirina xwe jî wê tim cihê gora kalê xwe dipirsî. Di vê rêyê de gelek têkoşîn da."
Neviyê Seyîd Riza, Seyît Alî Polat jî her wiha got:
"Piştî mirina bavê xwe, wê gund neterikand. Bi saya wê xelk dihatin ziyaretê.
Xelkê digot 'Hîn jî neviya Seyîd Riza li gundê xwe ye' lê ew gelekî westiya bû. Kalê wê westiya, bavê wê westiya, niha jî em man."